Roja 15.05.2026ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK û KESAYETÊN SERBIXWE xwestin belavoka ji bo 94emîn salvegera weşana Kovara Hawarê û Roja Zimanê Kurdî belav bikin.
Lê belê polîsên Emnîyeta Qoserê di destpêka Qada Azadîyê de rê li ber çalakvanan girtin û gotin "Emir heye, hûn nikarin belavokê belav bikin "
Lê belê çalakvanan bi biryardarî xwestin belavokê belav bikin .
Polîsan jî êrîş bir ser çalakvanan, şîdet pêk anîn.
Gelek çalakvan bi van êrîşan êşîyan.
Gelê Qoserê bi girseyî ev êrîş protesto kirin û piştgirîya xwe nîşanî çalakvanan dan.
Polîsan nehiştin belavok bêne belav kirin.
Piştî vê êrîşê Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî, rêvebirê PWKyê Şeyhmûs Unal û welatperwerê kurd Huseyîn Kaplan hatin desteserkirin kirin.
Di êrîşa polîsan de teşkên Huseyin Kaplan darbe xwaribû.Ewilî Huseyin Kaplan ji bo kontrolê birin nexweşxaneye, paşê birin emnîyetê.
Nuha hersê çalakvan li Emnîyeta Qoserê din bin çav de ne.
Em vê êrîşa polisan şermezar dikin.
Divê hevalên me demildest bêne berdan.
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK û KESAYETÊN SERBIXWE