Polîsan 48 ESP'î binçav kirin  

.

Polîsan bi ser malên endam û rêveberên ESP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û nûçegîhana ETHA Pinar Gayip jî di navde 48 kes binçav kirin. 

 
Polîsan li Îzmir, Stenbol û Enqereyê li dijî endam û rêveberên ESP'ê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Îzmirê bi ser 12 malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip, Endamê Meclîsa HDP'ê Sitki Gungor jî di navde 48 kes binçav kirin. Hat zanîn ku dozgeriyê der barê 52 kesan de biryara binçavkirinê stendiye û ji wan 48 kes hatine binçavkirin. Polîsan li aliyê din bi ser Navenda Giştî ya ESP'ê ya Enqereyê, avahiyên ESP'ê yên Îzmîr û Stenbolê û navçeya Bayrakli ya Îzmirê, Buroya ETHA ya Stenbolê, vakfa BEKSAV'ê de girt. Polîsan li Navenda ESP'ê piştî 4 saetan lêgerîn kirin, ji avahiyê derketin. 
 
POLÎSAN DERIYÊ PARTIYÊ ŞIKANDIN
 
Polîsan, di serdegirtina avahiyên ESP'ê de, li Îzmîrê deriyê avahiya ESP'ê ya navçeya Bayrakli şikandin. Dîsa bi ser nexweşxaneyê de girtin û xwestin Asil Benler a emeliyat bûye binçav bikin. Hat zanîn ku polîs piştî Benler ji nexweşxaneyê derket dê bibin midûriyeta polîsan û îfadeya wê bistînin. 
 
Li Amedê jî polîsan endama ESP'ê Zindan Dorudemir a bi şev li cihê kar dixebitî binçavkirin. 
 
KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN WIHA NE: 
 
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip, Endamê Meclîsa HDP'ê Sitki Gungor, Endama MYK'a SKM'ê Satiye Ok, Hevseroka ESP'ê Ezgi Bahçeci, Hevberdevka HDP'a Stenbolê Pinar Turk, Prz. Kamil Agaoglu, Zindan Dorudemir, Alev Ozkiraz, Ozan Ozgenler, Kerim Altinmakas, Tuncay Kiliç, Ridvan Coşkun, Nesrin Salduz, Kutay Soybil, Efe Ozcan, Hakan Kafadar, Nazli Masatçi, Orçun Masatçi, Mehmet Kuçukgunaydın, Yunus Kara, Medine Çam, Burak Yilmaz.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da