Meclîsa Jinan a Şarederîya Erdîşê û Navenda Çanda Ronahî di çerçeweya faliyêtên şarederîyê de li ‘Parka Vanyolu’ a Erdîşê çalakîyekê ji bo zarokan li dar xistine; zarok bi qelemên rengareng li ser diwarên parkê risimên bi babetên aştîyê çêkirine. Piştre kêf û şahî kirine û bi elbanan bi hev re stranên kurdî sitrîyane.
Lê ‘Parka Vanyolu’ ji alîyê polis ve hatiye dorpêçkirin û polis ji wan re gotiye; ji bo ku hûn kurdî bistîrin divê îzna we hebe. Polis destûr nedaye wan ku ew şahîya xwe bikin û ji bo belav bibin ew tehdît kirine.