Polîs avêt ser mal û ofîsên muxalifê Rûs Navalni  

.

Siyasetvanê muxalif yê Rûsyayê Aleksey Navalni piştî ku bi jehrê ket û di mijarê de rêvebiriya Rûsyayê tewanbar kir, bo tedawiya xwe çû Almanya û ji Almanya dageriya Rûsyayê. Ji aliyê hêzên asayîşa Rûsyayê de li balafirxanê hat girtin. Li ser girtina wî xwepêşandan çêbûn û gelek kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku îro hêzên dewleta Rûsyayê avêtine ser mala wî û ofîsên wî yên li Moskovayê. Polîs di heman wextê de avêtiye ser  weqfa wî ya bi navê “Weqfa Têkoşîna bi Gendeliyê” re. Mudirê weqfê İvan Jdanov, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye ku polîs di ofîsan de lêgerîn kiriye û di avêtina ser ofîsan de îhlala qaîdeyên epidemiyolojik hatiye kirin.

Aleksey Navalni, piştî ji Almanya dageriya, di wexta kontrola pasaportê de li ser biryara dadgeha Rûsyayê dê 30 roj di bin çav de bimaya.Berê li ser mijarê Putin ragihandibû ku wan jehrê nedane Navalni û eger bixwestina dikaribûn wî bikuştina.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e