Platforma Zimanê Kurdî yekem komxebata xwe pêk tîne

Platforma Zimanê Kurdî sibê yekem komxebata xwe ya ziman pêk tîne û ev komxebat dê du rojan berdewam bike.

Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatiye avakirin sibê li Amedê yekem Kom xebata Ziman pêK tîne û ev komxebat dê du rojan berdewam bike.

Tê çaverêkirin ku nêzî 90 zimanzan û pispor beşdarî komxebatê bibin û di encama komxebatê de nexşerêyek dê bo zimanê Kurdî bê diyarkirin. Komxebat dê demjimêr 10.00an destpê bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistana-Tirkiyê (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-B), Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yên Bakurê Kurdistanê roja 29.10.2018an li Amedê hatin kom bûn û Platforma Zimanê Kurdî ava kirin. Partiyên Kurdî ragihandibûn ku armanca wan ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Herwiha hatibû ragihandin ku di vê mijarê de dê piştgirî ji dezgehên navdewletî jî bê xwestin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin