Platforma Zimanê Kurdî Komxebata xwe ya pêşî saz kir

Platforma Zimanê Kurdî ya ku bi bangawaziya 9 partî û platformên Kurdî pêk hatiye roja şemiyê 10ê Mijdarê, li bajarê Amedê bi diruşma "Zimanê me hebûna me ye" dest bi komxabeta xwe ya yekemîn kir.

Komxebata ku li Otêla Plaza ya bajarê Amedê pêk hat ji bilî serkirde û endamên partiyên têkildar zimannas, dîroknas û  civaknas jî li xwe girtin.

 

Di beşa yekem a konferansê de ji bo birêvebirin û çavdêriyê dîwana komxebatê hate avakirin û serok û serkirdeyên partî, platform û tevgerên  wek, HDP, DBP, PAK, PSK, OSP, PDK-T û PDK-Bakur û Hereketa Azadiyê gotarên xwe pêşkeşî mêvanan kirin.

 

Piştî axaftina serok an nûnerên 9 partiyan, di bin sîwana Platforma Zimanê Kurdî de, 3 kargehên wekî têkildarî navdewletî, têkildarî hewlên siyasî û kargeha navxweyî hatin damezirandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin