Hüsamettin TURAN
Erdnîgarîya Iraq û Sûrîyeyê di tevahiya sedsala dawî de bûye navenda midexaleya emperyalîst, sînorên çêkirî û şerê wekîlan. Di vê erdnîgariyê de gelê kurd tu caran weke mîmarê ewlehîya herêmî nehatiye qebûlkirin. Bi gelemperî kurd bûne qurbanên vê mîmarîyê yên destpêkê. Destkeftîyên wan demkî û ewlehîya wan jî li gorî tercîha stratejîk a hinek din hatiye verastkirin. Hevdîtinên di navbera Raghad Sedam Hisên û serokê hikûmeta Şamê yê veguhêz Ehmed Şara de ku di demên dawî de çapemenî behsê dike, merhaleyeke din ya berdewamîya dîrokî nîşan dide.
Ev Plana di pêşengiya Brîtanyayê de pêş dikeve û tê îdarekirin Urdin û Îsraîl jî beşdar bûne: Dibêjin, hewl didin ku ji nû ve ji bermahiyên DAÎŞê, bermahiyên rejîma Baasê û ji sunîyên tundrew komên nû organîze bikin. Di ermanca vê planê de ew e ku ji xeta Enbarê ber bi Rojavayê Iraqê ve heta deşta Mûsilê kembereke aloz ava bikin, bandora Îranê ya herêmî bişkînin û xeta weke kevana şîa tê zanîn qut bikin heye. Her çi qas e projeyên endezyarîyê di teorîyê de hevsengîya hêzên herêmî bikin armanc jî, di pêkanînê de her tim bedelê herî mezin kurdan daye. Jiholêrakirina rejîma Baasê ya 2003yan tenê ne dawîlêanîna desthilatek otorîter, di heman demê de hatibû wateya ji holê rabûna pergala dewleta Iraqê jî. Belavkirina artêşê, tasfîyekirina kadroyên Baasê û pergala siyasî ya nû ya li ser bingeha mezhebî hatî avakirin, bingeha avadaniya dagirkirina Mûsilê ya ji hêla DAÎŞ'ê amade kir. Divê DAÎŞ ne tenê weke rêxistineke tundrew bê nirxandin. Qala pêkhateyek hibrît ya ji serbazên kevin ên Baasê, serwîsên îstîxbaratên herêmî û hevsengîya hêzên gerdûnî pêk hatî tê kirin. Lewre ev îdiayên ji nû ve Zindîkirina DAÎŞ'ê, ne geşedanên ketûber in; divê weke hewldanên plansazkirî û stratejîk bên destgirtin.
Mirov dikare rola Brîtanyayê ya di vê pêvajoyê de weke nûjenkirina polîtîkayên hevsengîyê yên klasîk ên piştî metîngeriyê binirxîne. Ji hêla kurdan ve xetereya herî mezin ew e ku mercên 2014an ji nû ve biafirîne. Komkujîya li Şingalê hatî kirin baş da nîşandan ku kurd di nava pergala navneteweyî de çi qas bê parastin hatine hiştin. Herêmên weke Şingal, Kerkûk, Mexmûr, Tûzxurmatû û deşta Mûsilê ji bo êrîşeke leşkerî û endezyarîya demografîk weke qadên di hedefê de û xetere li ser derdikevin pêş. Bi taybetî Kerkûk ji bo gelê Kurd ne tenê weke navendeke aborîyê, di heman demê de navendeke dîrokî û sembolîk e jî. Ji nû ve zindîkirina şaneyên DAÎŞ'ê, hebûna kurdan ya di vî bajarî de rasterast dike armanc. Aloziyek ku li ser xeta Beycî û Mûsilê rû bide dikare sînorê di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de bêwate bike. Guhertinên demografîk, encamên ji gefên leşkerî zêdetir bibandor û wêranker derdixe holê. Koçberiya bi darê zorê, pakijiya etnîkî û endezyarîya gelheyê (nifûs) polîtîkayên ku bi sedsalan e kurd tûşî wan tê ne.
Rêbaza îxtîmala ji nû ve pêkanîna vê planê ne tenê destkeftîyên kurdan yên îro, herwiha hewldan û lêgerînên statuya ji bo paşerojê jî dike hedefa xwe de. Di bin van şert û mercan de pêngavên ku divê kurd biavêjin, ji berjewendiyên teng ên partiyan wêdetir divê xwedî perspektîfên neteweyî bin. Hê jî tunebûna koordînasyoneke stratejîk a di navbera aktorên kurd ên sîyasî de, xala herî qels a kurdan e. Hêzên derve vê parçebûnê bi awayek rêkûpêk bikar tînin û planên xwe li ser vê zemînê ava dikin. Divê feraseta kurdan ya ewlehîyê tenê bi reaksîyona parastinê re sînordar bên hiştin. Xurtkirina kapasîteya îstîxbaratê, tespîtkirina pêşdem a xetereyên li ser sînor û pêkanîna mekanîzmayên hevpar ên parastina xeta Şingal, Kerkûk û Mexmûrê ji nan û avê jî girîngtir e. Ev nêzîkatî ne tenê bergirîyên leşkerî, divê di heman demê parastina sivîlan û rêvebirina qeyranan jî bigire ber xwe. Jinûve rojevkirina pirsgirêka kurd ya li ser dika navnetewî pêdiviyek bivê nevê ye.
Lewre divê girîngiya têkoşîna stratejîk a kurdan li dijî DAÎŞ'ê dayî ji pergala navneteweyî re bê vegotin; lê vê carê bi bergiriyên leşkerî re sînordar nemîne û mîsogeriyên siyasî yên mayînde û hiqûqî jî bên daxwazkirin. Lewre divê ji nû ve parastina navneteweyî, mafê referandûmê û rêgeza diyarkirina çarenivîsa xwe jî bînin rojevê. Divê ev plana nû ya di nîvenga Iraq û Sûrîyeyê de derketî pêş, ne tenê weke têkoşîna hêza herêmî bê destgirtin, herwiha divê weke tehdîdeke li ser hebûna kurdan ya plankirî bigire dest. Îxtîmala hilweşîna rêveberîyên Irak û Herêma Kurdistanê li gorî ezmûnên dîrokî weke vebijêtkek şênber li aliyekî disekine. Heke ku kurd vê yekê weke şerê hinek din bigire dest û bi helwestek ji rêzê nêzîk bibe, wê encamêm ji sala 2014an girantir re rû bi rû bimînin. Ligel vê yekê, Yekîtîya neteweyî, aqilê stratejîk û pêşxistina nêzîkatiyek herpar a li ser hiqûqa navneteweyî dikare pêşiyê li van pîlanên bi rengî bigire. Divê careke din çarenûsa kurdan ne li ser maseya hinek din, divê bi hiş û ezmûnên xwe yên dîrokî û kolektîf û bi vîna xwe diyar bikin.