Piştî YEyê Amerîkayê jî dorpêş danî ser rejîma Esed

Piştî Yêkîtiya Ewropayê, Meclîsa Nûneran a Amerîkayê jî projeyasaya dorpêçên nû li ser kes û derdorên bi hikûmeta Sûriyê re kar dikin, bi yekdengî pejirand.

Li gor yasaya bi navê "Yasa Parastina Ceasar a Sivîl li Sûriyê – 2019an" rêveberiya Donald Trump dorpêçan bi ser kesên ligel saziya ewlekariya Sûriyê û banka navendî ya Sûriyê kar dikin disepîne.

 
Dorpêçên li ser rêveberiya Sûriyê bêhtir, projeyên înşaatan, projeyên otorê, enerjî û rêhewayê vedihewînin.

Herwiha li gor projeyasayê dê Trump li gor rewşê û pêşveçûna hevdîtinên aştiyê dorpêçan bixe meriyetê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekîtiya Ewropayê jî çend roj berî niha, li ser 11 kompaniyên girêdana wan bi Esed re heye, dorpêç ragihandibûn û ew xistibûn  lîsteya dorpêçan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin