Piştî vegera ji Bexdayê Serok Barzanî daxuyanî da

Piştî vegera wî ji bo Herêma Kurdistanê, îro Serok Mesûd Barzanî kongirekî rojnamevanî lidar xist û behsa encamên serdana xwe ji bo Bexdayê kir.

Serok Barzanî got ku hêviyeke wan a zêde heye ku hikûmeta nû ya Iraqê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike.

 

Serok Barzanî behsa armanca serdana xwe y abo Bexda û welatên Kendavê kir û got: "Em ligel hemû aliyan rûniştin, lê ti pêngav û helwêstên me ne li ser hesabê armancên stratejîk ên gelê Kurd in."

 

Barzanî da zanîn ku ligel Bexdayê gehiştine têgehiştineke baş û got: "Em li bendê ne di pratîkê de çareserkirina pirsgirêkan bibînin û Herêma Kurdistanê jî dibe hevkar bo çareserkirina pirsgirêkan." Herwiha got ku bi çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê geşbîn e, û tenê yek rê bo çareserkirina pirsa di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye ew jî diyalog e.

 

Derbarê pirsa Kerkûkê de jî Serok Barzanî ragihand ku "ew dixwazin pirsa Kerkûkê û navçeyên Maddeya 140ê bi rêya destûrê çareser bikin." Barzanî derbarê destûra Kurdistanê de jî tekez kir ku di van çar salan de dive ew mijar bidawî bibe û bibin xwedî destûr.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin