Piştî ragihandina agirbestê xelkê taxa Tey ya Qamişlo vegeriyan malên xwe

.

Piştî sekinandina şerê navbera hêzên asayişê û rêjîma Sûriyê, xelkê taxa Tey ya Qamişlo vegeriyan malên xwe.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, di encama şerê 6 rojên borî li taxa Tey a Qamişlo, hejmarek ji xelkê taxê ji ber rewşa şer ji malên xwe derkeftibûn û çûbûn cihên ewle. Piştî ragihandina agirbestê, îro ew xelkê derketibûn, careke din vegeriyan malên xwe.

Li gorî agahiyan, niha taxa Tey bi temamî di bin kontrola Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) de ye û ti çekdarekî rêjîma Sûriyê tê de nemaye.

Ev di demekê de ye, duhî bi gerentiya HSDê û Hêzên Rûsî agirbesteke dayimî li Qamişlo hat ragihandin.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye