Piştî rabûna qedexebûnê rastiya wêran a Şirnexê derket ber çavan

Li Şirnexê piştî 8 mehan bi roj qedexebûna ser derketinê derve rabû. Rastiya wêran derket ber çavan li hin herêman nema êdî kuçe, kolan, dukan, xanî, tu renge avahî mane.

Piştî 246 rojan di navbera 05.00 – 22.00 qedexebûna derketina der ji Şirnexê rabû. Kêm Şirnexiyên li bajêr mabûn û yên barî bajarên der û dorê kiribûn vegeriyan ser kavilê wêrankirî. Gelekan li hember wehşeta bi çavên xwe didîtin matmayî bûbûn û ji çavên xwe bawer nedikirin mat mayî diman. Li hin herêman yek mal ava nemabû, tax, kuçe ji holê rabûbûn. Gelekan nikaribûn hêstirên çavên xwe bigrin û rondik ji rûkên wan diherikîn.

Li şirnexê ji 14 727 xanî, 2 044ê wan bi temamî xera bûne, bi hezaran xanî jî nîv xerabûyinê. Li hin taxan rê û kuçe bi temamî ji holê rabûne. Şirnexiyên bi xeyala vegerin malê hatine bajêr nizanin wê vê zivistanê li kuderê û çewa star bibin.

Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî ji bo nuh ve avakirina Şirnexê banga alikariye kir.

Noşîrevan Elçî di bangê de dibêje xesara Şirnexê gelekî mezin e û dibêje: "Tu li ku binêrî ji 3yan 2yê Şirnexê xira bûye. Em dibêjin îro Şirnex bi quweta xwe nikare xwe ava bike. Divê hikûmeta Enqereyê planeke lezgîn çêbike û alîkariya xelkê bike”.

​Ji bo dîmenên Şirnexa wêran û vegera Şirnexeyan li foto galerîyê binêrin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin