Piştî qedexeyê Amed ket nava bêdengiyê

.

Bi qedexeya derketina derve ya di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê de dest pê kir, Amed û bajarên derdorê ketin nava bêdengiyê. 

Di hefteyên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê û li bajarên rojavayê Tirkiyê ji ber şewba vîrûsa koronayê hejmara mirî û pêketiyan zêde bûne. Piştî civîna kabîneyê ya hikumetê carek din hin biryarên rêzeqedexe hatin girtin. Biryarên qedexe ango tevdîrên dij koronayê wê du hefteyên ewil ên meha Remezanê bikevin meriyetê. Qedexeya derketina derve ya rojên dawiya hefteyê seranserî meha Remezanê wê li tevahiya bakurê Kurdistan û Tirkiyê were pêkanîn.

Li Amedê ji meha Adarê ve pêketiyên koronayê di rêjeyek kêm de tê dîtin û ji meha adarê ve qedexe li Amedê pêk nedihat. Piştî mehek û nîvê li Amed û bajarên din ên bakurê Kurdistanê carek din qedexeya derketina derve dest pê kir. Ev bajar ketin nava bêdengiyê. 

Kuçe, cade û meydanên Amedê cihê xwe ji bêdengiyê re berdan û pir hindik jî çûnehata trafîkê heye. Li bajêr kargeh girtî ne û market jî wê heta êvarkî vekirîbin. Balkêşe ku ji ber hewa xweş li taxan welatiyên ku di malan de îdare nekirin derketin ber tavê. 

Qedexeya duh êvarê saet di 19.00’an de dest pê kir û wê 19’ê nîsanê ango duşemê saet di 05.00’an de bi dawî bibe.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin