Piştî Îsraîlê, Fransayê jî diltengiya xwe ji Îranê ragihand!

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian" got; Îran milîsên xwe yên çekdar dibe Sûriyeyê û piştgiriya Hizbulaha Libnanê dike. Em qebûl nakin Îran hebûna xwe ya leşkerî li Deryaya Spî berfireh bike. "

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian li ser hebûna leşkerî ya Îranê li Deryaya Spî got:" Îran milîsên xwe yên çekdar dibe Sûriyeyê û piştgiriya Hizbulaha Libnanê dike. Divê Sûriye vegere û bibe welatekî serbixwe û dûrî fişarên her welatekî din bimîne."

 
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian di axaftina xwe de ragihand ku em qebûl nakin Îran hebûna xwe ya leşkerî li Deryaya Spî berfireh bibe.
 
Berî çend heftiyan Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî gotibû ku divê Tehran bernameya xwe ya dijminane li navçê sînordar bike û bernameya mûşekên balîstîk eşkere bike, alozî di navbera Fransa û Îranê de derketibû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin