Piştî êrîşa şeva borî ya ser Efrînê artêşa Tirkiyê Til Rifet topbaran kir

.

Piştî êrîşa şeva borî ya bi ser navenda Efrînê de ku herî kêm 18 kesan can da û bi dehan sivîl jî birîndar bûn artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve navçeya Til Rifetê topbaran kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, li ser êrîşa Efrînê ku sivîl bûne qûrbanî ragihandibû ku ti têkiliya wan bi wê êrîşê nîne û êrîş şermezar kiribû. Lê belê berpirsên Tirkiyê û medya tirk YPG/PKK ango hêzên kurdî bi wê êrîşê tawanbar kiribûn.

Li gorî çavkaniyên herêmê, artêşa Tirk piştî êrîşa şeva borî ku digotin, ji ser Til Refetê top û fuze bo Efrînê hatine avêtin, îro ji seat 12:00an ve dest bi topbarana navenda navçeya Til Rifetê kiriye ku ji ber topbaranê zirar gihîştiye mal û milkên sivîlan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye