Piştî Brîtanya, Kanada jî Destûr Da Karanîna Perpûna Pfizer û Biontechê

.

Hikûmeta Kanada destûr da ku perpûna vîrusa korona ya ku Pfizer û BionTechê çêkirine di rewişên demûdest de were karanîn.

Berî Kanada, cara pêşî Brîtanya bo perpûna vîrusa korona destûr dabû.

Karbidestên Kanada dibêjin ku karanîna perpûnan dê di têkoşîna vîrusa korona de gaveke girîng be.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau dîyar kir ku ewê di vê mehê de 249 hezar perpûnên vîrusa korona di destê wan kevin.

Hikûmeta Kanada heta niha bo 20 mîlyon perpûnên vîrusa korona peyman îmza kiriye û bo 56 mîlyon perpûnên din jî peymanên di rewişên pêwîst de çêkiriye.

Trudeau da zanîn ku ewê hewil bidin ku heta Îlona 2021'an piranîya hemwelatîyan perpûnên vîrusa korona li xwe xînin.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye