Piştî 94 salan yekemîn car zirar kir

.

Li dinyayê gelek kompanî ji ber vîrusê di zirarê de ne. Yek ji kompaniya mezin a Îngilistanê jî zirar eşkere kir, bi ser de dê mirovan ji kar derxe.

Yek ji kompaniya mezin a Îngilistanê Marks & Spencer (M&C) ragihandibû ku heta dawiya vê mehê dê 7 hezar kesî ji kar biqewirîne û niha jî eşkere kir ku piştî 94 salan yekemîn car wan zirar kiriye.

Kompanî eşkere kir ku ji serê îsal heta meha rezberê wan 87.6 mîlyon sterlîn zirar kiriye. Kompaniyê par di heman serdemê de 150 mîlyon sterlîn kar kiribû.

Kompaniyê got ku bi taybetî di serdema karantînayê de sedî 15.8 karê wan kêm bûye û dûyer diyar kiriye ku mişteriyan di kirîna kinc û amûrên tesktîlê de bi paş ve gav avêtine.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye