Piştgirên PAKê: Em li hember êrîşa dewleta Tirkîyeyê, bi parlamenterên Kurdên Swêdê re ne

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li Swêdê piştî êrîşa dewleta Tirkîyeyê, bi parlamenterên Kurdên Swêdê re peyameke piştgirîyê belav kir.

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li Swêdê piştî êrîşa dewleta Tirkîyeyê, bi parlamenterên Kurdên Swêdê peyameke piştgirîyê belav kir.

Di peyama xwe de Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê wiha got:

Em wek nêçîra pîrebokan a ku ji hêla çapemenîya Tirk ku bûye perçeyek dewleta tirkan, ku li hember sîyasetmedarên ji bo parlamentoya Swêdê hatine hilbijatin û bi taybetî jî li hember ên ku bi eslê xwe kurd in dajo, şermezar dikin. Ev êrîşa wan a li dijî kesên ku bi dengê gel, ji bo rêvebirina demokrasîyê, hatine hilbijartin, nayê qebûlkirin.

Bi vê yekê, dewleta Tirk dixwaze çavên hêzên demokratîk, kesên demokrat yên li derveyî Tirkîyeyê, bitirsîne ku ew nekevin nava tekoşîna ji bo demokrasî û mafên mirovan li Tirkîyeyê. Lêbelê, tiştek heye ku ew ji bîr dikin; ev kes parlamenterên rayedarên bijartî ne û ne bi tenê ne, bi hezaran kes bi sempatî li pişt wan in.

Ji ber vê yekê em dilxwazên Partîya Azadîya Kurdistanê li Swêdê bang li hukûmeta Swêdê, Wezareta Derve û hemû hêzên demokratîk dikin ku dengê xwe bilind bikin û li dijî van metod û gefên ku li dijî mafê demokrasîyê ne, derkevin.

Piştgirên Partîya Azadî ya Kurdistanê li Swêdê

23 Gulan 2020

Siyaset Haberleri

Berdevka Komisyona Îraqê: Me tevaya rêkarên xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê rawestandin
Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir