Piștgirên PAK Ewropayê kongre û komîteya nû ya Federasyona Navnetewî ya Kurdên Dîyaspora pîroz dike

.

Ji Federasyona Kurdên Sovyeta Berê re:

Em Konferansa we ya 17ê îlonê bi kêfxweşî haydar bûn. Em dizanin nuha we bi çi hesta vê konferansê pêk aniye. Di konferansê de cihê Prof. Nadir Nadirov, Prof. Kinyazê Îbrahîm û Dr. Yura Nabîyev ne ku li we tenê, em kurdên ji we bi hezaran kîlometre dûr, li me jî xuya ye.

Têkoşîna netewa me ya ji bo azadî, serwerî û jiyanek bi rûmet berdewam e. Ev konferansa we, bawer bin herî pirr dilê her sê mezinên me Prof. Nadir Nadirov, Prof. Kinyazê Îbrahîm û Dr. Yura Nabîyev şad kiriye.

Em komîteya we ya nuh û birêzên nuh hilbijartî pîroz dikin. Di kar û barên we de serkeftinê dixwazin. Em Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa we hertim wek xwişk û birayên xwe dihesibînin.

Seval Mert
Seroka PAK-Ewropa

(Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa)

 

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye