Pişka Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Îlamê tê vekirin

Nûçeyeke ji bajarê Îlamê bûye sedema dilxweşiya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê. Bi biryara Wezareta Zanist, Vekolan û Teknolojiyayê ya Îranê, îsal pişka Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Îlamê tê vekirin û 25 xwendekar bo qonaxa bekaloryosê têne wergir

Vekolerên zimanê Kurdî li Îlamê dibêjin ku ev pêngav dikare bibe derfetek bo zêdetir pêşveçûna zimanê Kurdî û bi taybetî diyalektên Kurdiya Xwarîn li başûrê Rojhilatê Kurdistanê.

Di du dehsalên borî de pêleke berfireh a nivîsîn û vekolana bi zimanê Kurdî di navbera nivîskarên vê parêzgehê de hatiye destpêkirin. Şair û nivîskarên Îlamê li wê bawerê ne ku vekirina pişka Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Îlamê bersivek bûye bo wan çalakiyên çandî û edebî yên nivîskar û vekolerên wê parêzgehê.

Ew xwendekarên ku li pişka Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Îlamê têne wergirtin, piştî derçûna wan di îhtîmala derfeta xwandin û perwerdeya bi zimanê Kurdî de, dikarin wekî mamostayên zimanê Kurdî li dibistanan dest bi kar bikin, an jî bi berdewamkirina xwandinê li qonaxên master û doktorayê dikarin qadê bo vekirina pişka Zimanê Kurdî li zanîngehên din jî xweş bikin. Bi rengî jî vekirina pişka zimanê Kurdî li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe berê bingehîn bo avêtina pêngavan ber bi perwerdeya bi zimanê dayikê ve li vê parçeya Kurdistanê. (K24)

Kurdistan Haberleri

Metirsiya bidarvekirinê li ser Herî kêm 20 girtiyên din ên meha Befranbarê heye
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 90 karton derman pêşkêşî Tenduristiya Hesekê kir
Rejîma Îranê zozanên Rojhilatê Kurdistanê bombbaran kir
Ji bo Kaniya Şêx Seîd tabela hatin danîn
5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî hat birîn