Pişavtin (asimîlasyon) metirsî û gef e, li ser paşerojê

Mahmûd Kilinc

Pişavtin (asimîlasyon) taybetî bona gele bakurê Kurdistan’ê metirsî û gefek mezin e.

Metirsî ye, ji ber ku ziman û çandek din têt ferzkirin, mirovî û civak ji ziman û çanda xwe dûr dikeve, dayîn û sitendina civatî wenda dibe, geşbûna kurdî nabe, girîngî û pêwîstîya makezimên naye fam kirin.

Gef e, ji ber ku amanc tinekirina ziman û çanda kurdî ye, helandina neteweya Kurd e.

Em dizanin, ku eger ziman û çandek lawaz bibe, hestên neteweyî jî lawaz dibin, eger ziman bimre netewe jî dimre.

Ev, realîteyek (rastîyek) zanistî ye, bi mirina zimanekî neteweyek jî wenda dibe, gellek mînak hene li seranserê cîhanê.

Gellek caran li ser metirsî û gefa pişavtin û xwepişavtinê (otoasimîlasyon) hat nivîsandin, bi gellek şêweyî mînak hat dayîn.

Zinarê Xamo di malpera “rojevakurdistan.org” da bi nivîsa “Kî bi ci zimanî binivîse xizmetê ji wî û ji wî miletî ra dike” bale dikşîne ser pişavtinê û encamên wê û rast dibêje, nivîskar bi her kîjan zimanî binivîse xizmeta wî zimanî û çandî dike.

Zinarê Xamo bale dikşîne ser hêlek xeterîya pişavtinê, lê hêlek din hêj xetertir jî heye; nivîskar bi zanayî an nezanî dibe sedem ku zimanê xwe jî lawaz bibe, teng û bêsûd bimîne, biencam; mirovî û civakê ji ziman û çanda xwe gavek din bîyanîdike, jê dûr dixe.

Gellek kes hene ew bêşik kurdî dizanin, eger bixwazin bi hêsanî dikanin bi kurdî binivîsin.

Eger tirsa wana heye, ku nivîsên kurdî kêm tên xwendin, ev rastîyek e, lê sedema vê, ji ber ku kêm kes dinivîse û ragihandina kurdî gellek lawaz e, ev jî dike, ku wêje û pexşana kurdî, him di hêla mijarê da û him jî, di hêla şêweyî vebêjê da ne dewlemend bimîne.

Dema pir kes binivîse, beşik mijar jî vebêja nivîsan jî dewlemend dibe û serdana malperên kurdî dê bêt kirin û xwendevan û nivîsarên têrûtijî jî dê pirtir bibin.

Lê ci heyf e, ku gellek kes dûravêj nafikirin, berevacî rojane difikirin û bi tirkî dinivîsin.

Bi vî avayî, nenivîsandina kesên Kurd bi kurdî, weşanên malper û rojnameyên kurdî, bi giştî weşana medyaya kurdî bi zimanê Tirkî, xizmeta pişavtinê dike, ev xwepişavtin e, ango otoasimîlasyon.

Bi bawerîya min metirsîya herê mezin jî ev e.

Ango kurdên ku bi tirkî dinivîsin û weşana bi tirkî bona Kurdan, zanayî an nezanî rê li ber pişavtinê xweş dikin.

Min bala xwe da malperên înternete, nivîsên kurdî gellek kêm tên xwendin, lê yên tirkî çendin car bêhtir tên xwedin.

Ez bi tirkî nanivîsim, pir kêm caran, taybetî li ser daxwazekê an pirsekê min nivîsiye, ez bala xwe didim nivîsên bi tirkî çendin car ji yên kurdî pirtir tên xwendin.

Hinek dost û nasan ji min xwestin ez bi tirkî binivîsim, beşik helwesta min naguhere.

Bala xwe bidin malperên ku navên wana bi kurdî ne, lê bi tirkî weşanê dikin.

Hinek ji vana beşê kurdî jî hene, lê wekî henekan, henekên xapînokî disekinin, beşên bi zimanê tirkî rojane yek du car tên nûkirin, nüçe û nivîsên nû tên weşandin, lê beşên kurdî her wekî xwe dimînin, an hefteyê carekê nûçeyek têt pêvakirin.

Rojnameyên li bajarên bakurê Kurdistanê diweşin, ji ber tirsa dewletê an xema bêparnemana ji îlanên saziyên dewletê bi kurdî weşanê nakin, beşik hinek jî naxwazin bi kurdî weşanê bikin.

Çend rojname hene evana jî yek du pelk bona kurdî terxan kirine, lê weşanek nestandart û nûçeyên dembihurî û mijû.

Wekî xetera li bakurê Kurdistanê ne bes be, BasNews û Rûdaw jî weşanên bi tirkî dikin.

Gelo têt famkirin, ku rojnameyên ji başûrê Kurdistanê, li bakurê Kurdistan’ê bona şênîyê Kurd weşanê bi tirkî bike!

Çima, mebest çi ye?

Rojekê li Brukselê di gengeşiyekê da nasekî gotibû, “Çima li Ewrupa Kurd bona şêniyê Kurd rojnameyekê bi tirkî diweşînin?”, pirsek di cî da û heta îro ti kesî bersiva vê pirse neda.

Ev pirs îro ji bere bêhtir kartêker e, ji ber ku rojname, malper û telewîzyonên bi zimanê tirkî lê bona Kurdan weşanê dikin, ji bere bêhtir in.

Bêşik rizgarbûna ji vê dafikê û rewşa kambax, bi pêşwazîkirina zimanê kurdî wekî zimanê fermî dibe, bi kurtî; divê di bakurê Kurdistan’ê da karûbarê û bi her hêlê va peywendiyên civatî da zimanê kurdî serdest be.

Lê, nûha, îro çawa em dikanin xizmeta zimanê kurdî bikin.

*Divê weşana bi kurdî bêhtir bibe, weşanxane, weşana pirtûk û kovaran.

*Ji zimanên din wergera pirtûk, kovar û weşanan geş bibe, taybetî wergera romanan.

*Malper û rojnameyên kurdî divê beşe kurdî hêj çalak bikin, amanc çalak û dewlemend kirina beşên kurdî bêhtir ji yên tirkî.

*Nûçeyên xwecihî (mehelî) pirtir bibin, ji her çar parçeyên Kurdistan’ê.

*Li her çar pareçeyên Kurdistan’ê nûçeyên derbarê têkoşîna azadîya Kurdistan’ê bi kurdî bên weşandin.

*Alîkarî bêt dayîn bona kesên bi kurdî dinivîsin, an bixwazin binivîsin.

*Ji hinek malperên ku nûçeyên kurdî tên weşandin, li şûna yên bi tirkî yên kurdî bên weşandin. Bo mînak, hinek malper, ji Rûdawê, BasNewsê, ANFê, DİHAê nûçeyên bi tirkî digrin û diweşînin, di hema malperan da yên bi kurdî jî hene, çima ne yên bi kurdî?

Nivîs dirêj bû, hêj me qala pişavtina çanda kurdî nekir, bo mînak çîrok, serpêhatî û helbesta kurdî, ku hinek kes werdigerînin tirkî û vedibêjin.

05.08.2016/Dusseldorf