Pirtûka Serok Barzanî bi zimanê tirkî jî hat çap kirin

.

 Pirtûka Serok Mesûd Barzanî ya bi navê "Bo Dîrokê" bi zimanê Tirkî derket. Pirtûk ji aliyê rojnamevan Îhsan Yalin ve hat wergerandin û ji aliyê weşanên Avestayê ve hat çapkirin.

Serok Mesûd Barzanî di pirtûka "Bo Dîrokê" de behsa kurte-dîroka Kurdistanê dike, balê dikşîne ser geşedanên di proseya referanduma serxwebûnê de, herwiha nirxandinên wî yên li ser Kurdistan, Iraq û herêmê di pirtûkê de cih digrin.

Pirtûk ji aliyê rojnamevan Îhsan Yalin ve hat wergerandin û ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin.

Di pirtûkê de hatiye destnîşankirin: “Di vê sedsala dawî de gelê Kurdistanê ji bo ku bi dewleta Iraqê re di aştî, wekhevî û şirîkatiyê de bijî, çi ji destê wî tê kiriye. Lê belê dewleta Iraqê ji bo înkarkirina û erebkirina Kurdan gelek rê ceribandin û jenosîd anîn serê wan. Kurd ji ber vê yekê referandum pêk anî. Referandumê li hember jiyana zor û zehmet a sedsala dawî ya Kurdan, rêyek modern û aştiyane nîşan da.”

Hêjayî gotinê ye ku wergera bi Kurmancî ya pirtûka "Bo Dîrokê" di meha Gulanê de ji aliyê nivîskar û rojnamevan Arif Zêrevan ve hatibû wergerandin û ji aliyê heman weşanxaneyê ve hatibû çapkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye