Pirtûka li ser jiyana Mesûd Barzanî hat weşandin

.

Pirtûka bi navê  “Mesûd Barzanî…Pêşmergeyê Serxwebûnê 16.08.1946-25.09.2017” ku ji aliyê Aso Hacî ve hatiye nivîsandin û amadekirin hat belavkirin. Kurmanciya pirtûkê ji aliyê Besam Mistefa ve hatiye kirin.

Pirtûk li ser qonaxên jiyana Mesûd Barzanî ye ye ku ji dema jidayikbûnê ve dest pê dike. Pirtûk qala zarokatiya wî, çûyîna dibistanê, serdema destpêkirina pêşmergetî, dema peymana salên 70'yî, têkiliya Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî, salên 1991'ê, ji hilbijartina 1992'yan heta sala 2002'yan û jê wêdetir agahî hene. 

Ji kesên qala serdema Barzanî dike yek jî Sekreterê Polîtbîroya [Mekteba Siyasî] ya PDK'ê Fazil Mîranî ye ku li ser têkiya Mesûd Barzanî û Celal Talabanî wisa dibêje: “Zimanekî hevbeş di navbera serok Mesûd Barzanî û rehmetiyê Mam

Celal de hebû. Gava mesele li ba me asê diman, hema ku digihiştin ba wan girêkên kor bi hêsanî dihatin vekirin, lê mixabin niha me Mam Celal ji dest daye.”

Têkiliya Barzanî û rayedarên wê demê, hevdîtina wî ya ligel Buhs a li Koşka Spî jî di pirtûkê de cih digire. Pirtûk li ser serdema çeteyên DAIŞ'ê jî agahiyan dide ku wê demê Barzanî çawa daketiye şer û serekiya pêşmergeyan kiriye; pirtûk qala rizgarkirina Şengalê ku Barzanî bi rizgarkirinê re li wir axaftine kir dike lê çawa Şengal ket destê çeteyên DAIŞ'ê nake.

Pirtûk her qala aliyên erênî yên Mesûd Barzanî dike û heta tîne serdema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê.

Yên bixwazin bixwînin dikarin ji ser malpera Rûdawê re daxînin û bixwînin.

Lînk ev e:

Mesûd  Barzanî…Pêşmergeyê Serxwebûnê 16.08.1946-25.09.2017

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê li Hewlêrê ye
Civaka Sivîl a Kurd
Xwepêşandana mamosteyan: Divê tundûtûjî bi dawî bibe
Dêrezor: 4 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da
ÎHD: Di girtîgehên Tirkiyê de berdana girtiyan tê taloqkirin