Pirtûka ‘Lêkolînên Rexneyî Derbarê Karûbarên Kurdistanî’ hat îmzekirin

.

 Li bajarê Hesekê yî Cizîra Rojavayê Kurdistanê dîdarek ji bo îmzekirina pirtûka rexneyî ya nivîskarê Kurd Seîd Yûsif hat lidarxisitin. Merasîm bi alîkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Şaxê Hesekê hat sazkirin û têde pirtûka Seîd Yûsif a bi navnîşana “Lêkolînên Rexneyî Derbarê Karûbarên Kurdistanî” hat îmzekirin.

Li bajarê Hesekê îdara îmzekirina pirtûka rexneyî  ya nivîskarê Kurd Seîd Yûsif ya bi navnîşana “Lêkolînên Rexneyî Derbarê Karûbarên Kurdistanî” bi alîkariya Yekîtiya Nevîskarên Kurdistana Sûriyê Şaxê Hesekê birêve çû.

Di dîdarê de ku li Hola Cegerxwîn a Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hatî sazkirin de hejmarek ji rewşenbîr û xwendekaran amade bûn.

Seîd Yûsif kî ye?

Seîd Yûsif sala 1957an ji dayîk bûye û xelkê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye. Sala 1982yan li Zanîngeha Şamê beşa felsefeyê qedandiye.

Bi dirêjiya 40 salî mamosteyê dibistanên Rojavayê Kurdistanê bû herwiha mamosteyê Zanîngeha Ferat bû. Bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dinivîse û berhemên wî hene.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera komkujiya Sêmêlê de peyamek belav kir
Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî ‘Peymana Mekeyê’ îmze kir
Lêkolîna navendeke Amerîkayê: Pêşmerge hevparekî girîng e û divê bibe xwediyê çekên giran
Hadî Amirî bangî komên çekdar kir: Bersiva xwe bi paş bixin
Parlamena Almanyayê xelata mirovî pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir