PIRTÛKA JI BO NASÎN Û PARASTINA KOKA ME

Kemal Tolan

Dost û hogirên hêja, nifşên me yên li welat û li diyasporayê!

Ez bi kêfxweşî hinek ji naveroka pirtûka xwe ya "Di Êzdiyatiyê de Rênîşanên Mirinê", bi we re parve dikim. Ev berhem hewldaneke ji bo tomarkirin û parastina edebiyata me ya devkî û rênîşanên me yên baweriya Êzdîtiyê ne ku hezarên salan ji nifşekî derbasî nifşê din bûne.

Çima ev pirtûk girîng e?

• Ji bo ku Êzdiyên zanîna wan li ser van mijaran kêm maye û bi taybetî jî yên li diyasporayê di rojên xwe yên herî dijwar de (di dema nexweşî û mirinê de) li gorî heqîqeta dînê xwe tevbigerin.

• Ji bo fêmkirina wateya rîtûalên wekî: Rola Birayê Axretê, pîroziya Tokê Êzî, amadekirina Beratê û, kûrahiya rîtûala "Hol hola Siltan Êzî ye" û hwd.

• Ji bo ku mîrasa me ji bin metirsiya jibîrkirinê derkeve û bigihîje nifşên pêşerojê.

Peyama min: "Kesên ku rênîşanên mirinê di Êzdiyatiyê de nas nakin, dikarin ji vê pirtûkê sûd werbigirin." Divê em bi koka xwe û nasnameya xwe ve girêdayî bimînin.

AGAHIYÊN PEYDAKIRINA PIRTÛKÊ:

Hûn dikarin pirtûkê bi van agahiyan peyda bikin:

• Navê Pirtûkê: Di Êzdiyatiyê de Rênîşanên Mirinê(naveroka wê bi zaravayê Kurmancî û Bahedînî ye )

• Nivîskar: Kemal Tolan

• Weşanxane: Weşanên DOZ

• ISBN: 978-625-95190-0-5

Pirtûk li ser înternetê, li malpera Weşanên DOZ û li cem hemû pirtûkfiroşên sereke amade ye.