Pirsgirêkên YNK û Kongre!

Şeyhmus Ozzengîn

Di demek pir girîng û pêvajokek ku herêm ketîye bin alozîyan de, YNK, xwe amadeyî kongrê dike. Heger ti pirsgirêk rûnedin û kongre neyê bi paş de xistin, wê YNK di 07.12.2019 an de kongreya xwe li dar bixe.

Pirpirsgirêk li pêşîya YNK ne. Pir bask di nav YNK de cûda cûda tevdigerin û berjewendîyên wan tên henber hev. Baskek jê,malbata Îbrahîm Ahmet û malbata Celal Talabanîye. Ev bask ji bona berjewendîyên xwe, hin bi hev re tevdigerin û hin li henber hev in. Ji bona li henber baskên din, yên di nav YNK de bi hev re, ji bona bandora malbatî jî li henber hev in. Ev herdû malbat jî hinber pirsîyarê bandora sîyaseta Îran li ser Başûrê Kurdistan in, hin berpirsîyarên xîyaneta 16 ê Cotmeha 2017 an e û hin jî ber pirsîyarê alozîyên navbera Tevgera Goran û YNK ne.

Baskê din rêveberên YNK yên leşkerî û sîyasî ne. Serê vî baskî jî Kosret Resûl, Şêx Cafer, Mele Bahtîyar dikişîne. Ev hersê giregirên rêveberîya YNK jî di nav xwe de ne yekgirtî ne. Yeko yeko bandora malbata Îbrahîm Ahmed û Celal Talabanî li ser wan heye û ev bandor têsîrê li ser wan û rêveberîya wan dike. Di sîyasetekkurdewarî û serkevtî de tevdegerînawandikeve bin tehlûkê. Di pêvajoka Referandûma Serxwebûna Kurdistan de, di bûyerên 16ê Cotmeha 2017 an de û bûyerên nav YNK de, di hilbijartina serokkomarê İrak Behrem Salîh de karên rêveberî bi serkevtîne meşandin û bûn sebeb ku YNK di dîroka xwe de îmze bavêje bin pir karesatên xerab, ku yek ji wan karesatan teslîm kirina Kerkûk û herêmên din yên Kurdistan bû.

Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistan de jî YNK, li henberTevgera Goran, şidet bikaranî û di hilbijartinan de bêusûlîyek gewre pêkanî. Bû sebebê ku têkilîyênTevgera Goran û YNK têkeve astek pir xerab. Di vî warî de jî, ev hersê giregirên YNK bêhelwest man.

Niha di navbera PDK û YNK de, di warê sîyasetek hevpar de, hemahengîyek heye. Lê ev hemahengî, di navbera Tevgera Goran û YNK de tine ye. Ev jî ji bona sîyasetek netewî û Kurdistanî, cîhê metirsîdarîyê ye. Herdû alî jî bi xêra helwesta PDK di parlementoyê de helwestek hevpar derdixin ber me, ku ev jî li ser berjewendîyan rêxistinî dimeşin.

Karesata 16.10.2017 di dîroka Kurdistan a netewî de, wek xîyanetek mezin di mejûyê miletê Kurd de ma û van ser kêşên YNK nikarîbûn hesabê vê xîyanetê ji wan kirêkaran bipirsin. Ne di nav sazîyên YNK de û ne jî ji bona dadgehê ev xîyanet neket warê lêpirsînê.

Şêx Cafer di 27.12.2017 an de ev digot. Di derheqa 16.10.2017 an de, eynî nerîn pir caran Kosret Resûl jî anîbû ziman:

„Grubek nav YNKê de heye ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radestkirin. Her waha dixwestin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî radest bikin.’’

„Heta ew gruba xayîn a YNKê hebe, metirsiya cidî li serKurdistanê heye. Ji ber berdewam hemahengiya wan li gel Iraqê heye û dixwazin artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bînin hemû Kurdistanê û radestî wan bikin, ku Kurdistan û ev destkevtane nemînin.“(!) (Şêx Cehfer, Radyoya DengêEmerîka, 27.12.2017)

Di eynî sengerên şer de, endamê serokatîya YNK Kosret Resul jî hebû. Kosret Resul, di vê xîyanetê de beşek ji pêşmergên xwe wenda kir. Ew bi xwe jî hindik mabû ku, bi destê hinek ji hêzên xîyanetkar yên bi ser YNK ve bihata kujtin!

Mele Bahtîyar jî cîgirê serokatîya YNK ye.

Çima van hersê giregirên rêveberîya YNK, di derheqa 16 ê Cotmeha 2017 an de, di nav YNK de lêpirsîn dest pê nekirin?

Çima berpirsîyarên xîyanetê radestî dadgehê nekirin?

Niha, çareser nekirina van bûyeran li ser kongreya YNK, dikare bibe sebeba alozîyên mezin û Başûrê Kurdistan têxe bin bandorek metirsîdar.

Şêx Cafer, Kosret Resul û Mele Bahtîyar, ku sê giregirên YNK ne, ev erkên xwe bicîhnanîn, an nikarîbûn bicîh bînin.(!) „Ew grûba nav YNK“ ku bi xiyanetê didan nasîn, ji YNK dûr nexistin û rê ji dadgehê re venekirin. Radestî lêpirsînê nekirin. Ya ew xîyanetkar, bi zanistî, di nav YNK de hatin parastin, an jî quweta wan negîhîşt ku di derheqa wan de lêkolînê bikin. Dema ku em van her dû îhtîmalan jî bidin berçavê xwe, emê bibînin ku helwesta van hersê giregirên YNK jî bêçareyek teslîmbûnê tê. Yanî, per û baskên van hersê qedroyên YNK, bi destê wê grûba xîyanetê hatîye qutkirin. Wê YNK bi vî barê giran derbasî salona kongrê bibe!

Nivşek nû jî di nav YNK de serî hildaye. Ev nivşê nû, hin ji rêveberîya YNK nerazîne û hin jî ji sîyaseta Malbata Îbrahîm Ahmed û Talabanî nerazî ne. Lê helwesta vî nifşê nû û stratejîya wan ne dîyar e. Ev jî di kongrê de ne dîyar e, bê wê çi derxîne ber me.

Herêma Rojhilata Naverest, her çar dorên Başûrê Kurdistan di nav alozîyên mezin de ye. Divêtîya sîyaseta Başûrê Kurdistan, bi sîyasetek hevpar û yekrêzî heye. Ji ber wê jî hemahengîya YNK, ku bi yekrêzî û serkevtî ji kongrê derkeve pir girîng e.

Bi hêvîya ku YNK di kongrê de van pirsgirêkan serkevtî derbas bike, di derheqa xîyaneta 16 Cotmeha 2017 an de biryaran bistîne û lêborîna xwe ji Tevgera Goran a di warê hilbijartinan de bike, ku yekrêzîya sîyaseta Başûrê Kurdistan bêt pejirandin.

28.11.2019