Pirsgirêkên Êzdiyan, bi taybetî jî yên ciwanan: Nasname, merasimên olî û Sazûmaniyê

Kemal Tolan

Bi dîtina min, merasimên mirinê (şîn, qewl, xêr û daxwaziyên dînî) di jiyana civaka Êzdî de ne tenê rîtuelên olî ne, di heman demê de hîmên herî bingehîn ên parastina çand, nasname û hevgirtina komînal in. Ji bo nifşê nû yê ciwanên Êzdî yên ku li Almanyayê ji dayik bûne û mezin dibin, ev merasim rê û resmên herî zindî yê felsefeya Êzdîtiyê ne. Lêbelê, ev rûbirûbûn di navbera asîmîlasyona nûjen û parastina koka çandî de, hinek bandorên dualî EDI (nasname) derûnî û civakî derdixe pêş.

1. Aliyên Erênî: Avakirina Kesayet, Serbilindî û Berpirsiyariyê

Li gorî dîtin û zanyariyên min, berevajî nêrînên giştî yên ku dibêjim ciwanên Ewropayê ji çanda xwe dûr dikevin, merasimên mirinê ji bo ciwanên Êzdî dibin derfetên xurtkirina xwenasînê. Kombûna bilez a civakê û hevgirtina komînal di hawirdoreke biyanî mîna Almanyayê de, kevneşopiyeke parastinê ava dike û hestê serbilindiyê di hişê ciwanan de şiyar dike: "Ez serbilind im ku bi vê nasnameyê tevî vî gelî me."

Her wiha, bi baweriya min ev merasim pratîka rûbirûbûna herî rasteqîn (realîst) a bi koçkirina hezkiriyan re didin nîşandana wan, ku em qebûl dikin ku ew hezkirî êdî nayê dîtin. Ev rûdan di hiş û kesayetiya ciwanan de pêngaveke mezin e ji bo gihîştina pênaseya mezinbûnê. Parvekirina xeman hestê xwedîderketinê zêde dike û pirsên kûr ên hebûnî (Ez kî me? Wateya jiyanê çi ye?) di hişê wan de ava dike. Erkên giran mîna xizmetkirina mêvanan an girtina rola mezinê malbata ku koç kiriye, her çend giran be jî, di rastiyê de kesayetiya ciwanan bilind dike û berpirsiyariya wan a civakî û malbatî xurtir dike. Ji ber kêmasiya perwerdeya birêkûpêk a li Ewropayê, ev merasim dibin fersenda yekane ku ciwan felsefeya "mirinê" û nêrîna Êzdîtiyê ya li ser rûh ji nêz ve fêm bikin.

2. Guherîna Têgihîştinê: "Axa li ser Dilê Mirî" û Rastiya Goristanên li Almanyayê

Yek ji guherînên herî dîrokî û felsefî yên di nifşê nû de, nêzîkatiya wan a li ser cihê goristanan e. Bi baweriya min, gava beşek ji nifşê nû naxwaze cenazeyên xwe bibe welat, ev nayê wê wateyê ku ew ji erdê pîroz û koka xwe dûr dikevin. Belkî bi awayekî berevajî; ev ciwan bi zanistî, hişmendî û hesteke hîn kûrtir xwedî li miriyên xwe derdikevin. Ew dixwazin gora kesên wan li nêz û cem wan be, daku "axa li ser dilê miriyê xwe" biparêzin, her gav karibin biçin serdana wan û berpirsiyariya xwe ya zindî bi cih bînin. Ev hişmendî wan asteng nake ku di heman demê de herin serî li gorên bavkalên xwe yên di axa welat de hatine parastin didin.

Lêbelê, ev daxwaza mafdar a ciwanan di warê derûnî û praktîkî de nakokiyan derdixe pêş. Ji ber ku li Almanyayê qanûnên goristanan (dema sînordar, şêwazên veşartinê) hişk in, ciwan di navbera daxwaza mezinên malbatê ya ji bo vegerandina welat û berpirsiyariya parastina gora li nêzî xwe de asê dimînin, ku ev jî zextên derûnî û hestê gunehkariyê (guilt) bi xwe re tîne.

3. Krîza Rêxistinî û Saziyên Êzdî yên li Almanyayê

Li vir pirsgirêka herî mezin û krîtîk a ku divê bi zelalî bê destnîşankirin derdikeve holê: Sazî û rêxistinên Êzdî yên li Almanyayê di warê parastina hiqûqê Êzdiyan, perwerdeya çandî û xwedîderketina li ciwanan de ji berpirsiyariya xwe ya dîrokî dûr in û di çareserkirina pirsgirêka kirêkirina axa goristanan de binketî ne. Ev rewşa ku hewcedariyên nifşê nû paşguh dike, dibe sedem ku têkiliya ciwanan a bi çand û ola xwe re lewaz bibe.

Ev sazî û rêxistinên ku bi navê Êzdîtiyê xwe dane naskirin, ne perwerdeyeke rast a li ser ziman, pîroziya Qewl û Beytan didin ciwanan û ne jî di warê hiqûqî û îdarî de li Almanyayê gavan diavêjin daku mafê goristanên taybet ên li gorî dînê Êzdîtiyê (mîna berê gora ber bi Rojê ve) bi dest bixin. Ji ber vê kêmasî û xemsariya saziyan, perwerdeya nivîsandin û axaftina kurmancî ya ciwanan lewaz dimîne, ku ev nezanîn hevgirtina nifşê nû ya bi çand û ola dê û bavan re kêm dike. Sazî di himêzkirin û fêmkirina hişmendiya nifşê nû de bi temamî binketî ne.

Encam: Rola Diyanetê û Pêwîstiya Berpirsiyariyê

Li gorî nêrîn û tecrûbeyên min, heta ku rêxistin û saziyên Êzdî yên li Almanyayê vê berpirsiyariya xwe ya îdarî, hiqûqî û civakî neynin cîh, xwe di ser Êzdiyan de qur e bikin em nikarin qala rola diyanet û qewlbêjan bikin. Ji bo ku qewlbêj karibin felsefeya kûr a "Kirasguhorînê" li gorî hişmendî, hiş û zimanê vî nifşê nû şiyar bikin û rave bikin, pêşîn hewcedarî bi binesaziyeke saxlem a sazûmaniyê heye.

Heta ku pirsgirêka goristanan, kirêkirina axê, perwerdeya ziman û saziyên ku ciwanan diparêzin çareser nebin, hewldanên ruhanî dê di valahiyê de bimînin. Ji bo parastina paşeroja Êzdîtiyê li Ewropayê, ez bawer dikim ku divê sazî tavilê guh bidin hişmendiya nifşê nû û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin.