Pirsgirêka vekirina riya Hewlêr-Kerkûkê diçe Bexdayê

Bo çareserkirina pirsgirêka riya Hewlêr-Kerkûkê, şandeka Herêma Kurdistanê çû Bexdayê û biryar e îro bi berpirsên Iraqê re bicive.

Li gor K24ê Berpirsê Polîsa Hewlêrê û Endamê Şanda Kurdistanê Ebdulxaliq Telet li ser bernameya şandê, got şanda Kurdistanê bi armanca guftûgokirina derbare vekirina riya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de bi berpirsên Iraqê re dicive.

Got jî, pirsên teknîkî yên vekirina riyê bidawî bûne û derbarê pirsên ewlehiyê de bi berpirsên Iraqî re guftûgoyê dikin. Hêvîdar in li ser vekirina wê rêyê lihev bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin