Piraniya pênasiyên di “bîbliyografiya Êzdiyên li Tirkiyê” de, ku bi zimanê tirkî hatine belakirin tije piçûkatî, nerastî û neheqî ne

Kemal Tolan

 

Bi dîtina min, çiqas di derbarê Êzdîtiya di nav rojhilata navîn de herî qedîm e de(zêdetir agahdarî binêre *2), bi zimanên olên rojhilatî û rojavayî gelek pirtûk lêkolîn û gotar li ser mîtolojî, çanda devkî, erdnîgariya ku tê de dijîn, mîrata erdnîgarî û sedemên koçberiyê bi giranî  hatine çapkirin jî, mixabin heta îro agahiyên têrker û ronî nehatine bidestxistin. Wekî din jî gumanên cidî di derbarê pê baweriya van berhemên hatine weşandin de hene. Hin ji wan nivîskarên ku, li ser Êzdîtiyê nivîsandine, rastî tu Êzdîyan nehatine, hinên din jî nivîsên xwe li ser agahiya kes û saziyên fermi, yên ku li derdorê hebûna Êzdîyan nas nekirine anîne.Wekî dine jî em dizanin ku, hinekan ji wan ramanên xwe ji oldarên Êzdî an jî hinek ji belengazên Êzdiyan girtine. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku, destwerdana dewletên kolonyalîst a li ser dîrok û nasnameya me, çavkanî û belgeyên têkildar ji dest wan nayê girtin. Hemî ev faktor in ku, rê nadin ku em li ser Êzdiyatiyê bigihîjin agahdariya têrker û pêbawer.

 

Ji ber vê sedemê ez dibêjim, hema hema hemû netewên ku li Mezopotamyayê, dewleta xwe ya neteweyî ava kirine, hebûna Êzdiyan înkar kirine û ji bo asîmîlekirina Êzdiyan gelek hewl dane (Ji bo bêtir agahdarîyê binêre li *3).

 

Ez dikarim li gorî zanîna xwe hinek pênaseyên yên ku di “bîbliyografiya Êzdiyên li Tirkiyê de”*1  li ser Êzdîtiyê çewt, piçûk , neheq û şaş hatine belakirin wiha birêz bikim:

 

DI BAWERIYA ÊZDIYATIYÊ DE AFIRANDIN

 

Meriv dikare danasîna mîtolojiya Êzdiyatiyê, tenê ji rûhanî (kesayetên olî yên ku baweriya batiniyê esas girtine û navbeynkariya Xwedê û mirovan diken; ilimdar, qewal , alim, oldar û hwd.) ilim û qewilê ku ew bi Xwedê ra bi devkî dibêjin û pêwendiyê dikin fêhmbike.

 

Li gorî di ilim û qewlê Êzdiyatiyê de têye gotin, gava ku Xwedê ji nav dir-cewhera (kozmos) xwe derketiye hole, hingê ax, av, ba û agir li cîhanê belav bûye. Di vê demê de hêja 7 Milyaket û Adem pêxember ne hatibûne afirandin. (Ji bo bêtir agahdarî, binêre *4-).

 

CÛDETIYA DI NAVBÊNA MANEYA PEYVÊN ÊZÎ, ÊZDÎTÎ , ÊZDÎ Û EZDA DE :

 

  1. Wateya peyva  Êzî:

 

 Di ilim û qewlê Êzdiyatiyê de têye gotin, Êzî yek ji hezar û yek navên Xweda yê  ku, xwe afirandiye ye yanî Xweda ye.

 

Mînak:

 

Di sebeqeyeke qewlê de wiha dibêje:

 

“Siltan Êzî bi xwe Padşa ye

Hezar û yek navên wî hene

Navê herî şîrin-mezin Xwedê-a ye ”

 

Li gor tesbîtên ku min di jiyana xwe de bi dest xistine, li dinyayê ti miletek bi qasî Êzdiyan peyva Xwedê dinav  bawerî û axaftinên xwe de bikar nayîne! (Ji bo bêtir agahdarî, binêre * 5).

 

2             Wateya peyva Êzdîtiyê:

 

Êzdîtî/Êzdiyatî oleke bi kultura milayîketî , ya ku naveroka wê heta roja îroyîn hîn jî li ser hebûna Xweda yekî bêşirîk,  sir û batinîya afirîner-Xwedan û afîrendera ye. Nijad û îbadeta zimanê wê  tenê Kurdî(kurmancî) ye.*5a

 

Danasîna naveroka mîtolojiya Êzdîtiyê, ancax bi têgihîştina ku rûhanîyên wê , bi ilim û zanînên xwe  dikarin bi Xwedê re têkilî deynin mimkun e!

 

3             Wateya peyva Êzdî:

 

Kesên ku baweriya xwe bi Êzdîtiyê ango  bi kultura milyaketan tîne.

 

4             Wateya peyva Ezda: 

 

Yê ez afirandim e.

 

Hûn dikarin berfirehtir agahiyên li ser van mijaran di *4 -a û b  de bixwînin.

 

AFIRANDIN Û NAVÊ TAWISÎ MELEK

 

Di gotinên ilim û qewlên me de wiha tê gotin:

 

“Xwedê , Tawisî Melek ji nûr-sir-kerameta xwe afirandiye. Tawisî Melek destnîşan dike ku, Xwedê– yanî Êzî, ew afirandiye û dibêje “Tû eslê min  û afirînerê min î!” Ango Xweda afirandêr e û ew jî hatiye afirandin. Peyva Ezda, ya ku têye wateya ez afirandim e ji vir tê.

 

Dîsa li gor zanîn û lêkolînên min, Tawisî Melek tûcarî şiklê însanan negirtiye.

 

Lê Tawisî Melek dikare di rêya batinî, sir  û kerametan de , xwe tim û tim weke di şeklekî de jî li cem mirovan xuya bike û hwd..

 

Ji ber vê yekê Tawisî Melek ne tenê di Êzdîtiyê de xwedî roleke mezin e, ew ji bo hemû olan pîroz e û her olek bi zimanê xwe yê îbadetê , pîroziya Tawisî Melek li ezman, bin erd û li ser rûyê erdê radixe ber çavan.

 

NAVÊ TAWISÎ MELEK YÊ RAST:

 

Êzdiyan di axaftina xwe ya devkî de  qet ne gotine “Melek Tawus”  û wisa jî bi kar ne anîne. Navê wî yê herî rast Tawisî Melek e.

 

Gelek navên Tawisî Melek, yên din wek Ezda (yê ku ez afirandim e ), Emîncebraîl û hwd. hene.

 

DI ÊZDIYATIYÊ DE "DÛALÎTÎ-DUALÎZM"

 

Di Êzdîtiyê de baweriya bi hebûna “dûalîtiyê” tineye. Li gor Êzdîtiyê divê mirov bi hişê xwe, rêya qenc û xerab hilbijêre, çavkaniya hemû qencî û xerabiyan yek e.

 

Ji bo berfirehtir agahiyên li ser Tawisî Melek bi piçûkatî , çewt û xeletî hatine gotin binêre: *6

 

DI ÊZDIYATIYÊ DE AFIRANDINA MILYAKETAN Û MÛZÎKA PÎROZ :

 

Di ilim û qewlê Êzdîtiyê , yên ku li ser afirandina Milyaketan de binêre *4 –a rûpel: 39-48, li ser afirandina mirov, giyanber û hemû tiştên bêcan binêre *4–a rûpel: 31-38 û 127-146 û bi taybetî jî li ser wextê Adem afirandine, beden-laş (xwarin), nefes -rih (mûzîk-def û şibêb) û ruhê wî  bi îbadetê hatine afirandin -binêre*4 –a rûpel: 221-226 de pir eşkere hatine gotine. Her wisa divê meriv li qewl û duayên ku bi taybetî hatine gotin û di çavkaniyên navborî de hatine kifşkirin binêre!

 

DI ÊZDÎTIYÊ DE BAWERIYA BI PÊXEMBER:

 

Gorî ez ji Êzdiyatiyê fahmdikim, Xwedê bêyî ku qasidê xwe bişîne dikare rasterast mirovan agahdar bike û wan bigihîne rêya rast. Yanî Êzî (Xwedê) û Milyîketan  dikarin xwe di rêya baweriya batinî , sir, keramet, qewl û dihayan de  şanî rihanî û babçakan bidin. Ewan xwe ne tenê bi rêya Pêxemberan, her wiha bi rêya hemû mirovên olnas, yên ku meznaya wan nasdikin ra giyandine û digihînine mirovan.

 

Weke ku min di gotara xwe (*8)de diyar kiriye, di Êzdiyatiyê  de pêxemberî, pûtperestî û ziyareteke serekî tûne ye. Êzdî ji bilî baweriya xwe ya batinî, sir û kerametan , rêzê li hemû ilm, gotinên Xwedênasîn, pirtûkên pîroz û pêxemberên hemû olan digirin!

 

 

ȘÊX ADÎ DAMEZIRÊNERÊ ÊZDÎTIYÊ YE?

 

Li gorî metnên devkî yên Êzdîtiyê pîroz (ango zanistiya bi baweriya batiniyê û ilim)dibêje,  rêya herî baş a ku mirov dikare bi Xwedê re têkiliyek saz bike, Însanê têgihîştî-rihanî ye. Xwedê, Milyaket û  mirovê têgihîştî-rihanî wê di her heyaman de hebin , wê parastina hemû zindî û nezindiyan li dinyayê misoger bikin.

 

Ez ji ber vê yekê dibêjim,  di piraniya lêkolîn û çavkaniyên ku li ser Êzdiyên li Tirkiyê hatine kirin de tesbîtkirina ku, Şêx Adî pêxember an damezirînerê Êzdîtiyê ye xelet e.

 

Șêx Adî ne damezirênerê Êzdîtiyê ye, lê Şêx Adî ji bo tevaya mirovahiyê mînaka rûhanî û ilimdarê herî mezin e.  Berfirehtir agahiyên li ser vê mijarê binêre li *7 

 

 

Dê berdewam bike,