“Piraniya Kirîstiyanên Iraqê li Herêma Kurdistanê dijîn”

.

Ji koma zêdetir ji milyonek û 500 hezar Kirîstiyanên Iraqê, niha tenê 250 hezar Kirîstiyanî mane û piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn. 

Endamê Komisyona Mafên Mirovan li Iraqê Elî Beyatî aşkere kir, ji koma zêdetir ji milyonek û 500 hezar Kirîstiyanên Iraqê, niha tenê 250 hezar Kirîstiyanî mane û piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn.

Elî Beyatî diyar kir, berî rûxandina rêjîma Beis di sala 2003an de, zêdetir ji milyonek û 500 hezar Kirîstiyanan Iraqê dijiyan, lê niha tenê 250 hezar Kirîstiyanî mane û piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn.

Herwiha destnîşan kir, ji ber êrîşa DAIŞê, 130 hezar Kirîstiyanî ji cih û warê xwe koçber û derbider bûn.

Da zanîn jî, ji piştî rûxandina rêjîma Beis û heta niha hezar û 315 welatiyên Kirîstiyanî hatine kuştin ku 115 kes ji wan bi destê DAIŞê bûn.

K24

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye