Pîlotê Kurd: Ez dixwazim di nav Kurdistanê û Swêdê de balafirê bajom

.

 Pîlotê Kurd Ciwan Mihemed di derbarê xewna xwe de wiha got “Eger rojek ez bibim pîlotekî navdewletî dixazim di nav welatê xwe Kurdistan û welatên min duyemîn Swêdê de bajom.”

Pîlotê Kurd Ciwan Mihemed di derbarê xwendin, plan û xewnên xwe de ji Rûdawê re axivî.

Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê li welatê Siwêdê bûye pîlot, û balefirên taybet li welatê Siwêdê dajo, û niha xwendina xwe berdewam dike, ku bibe pîlotekî balefirên sivîl yên navdewletî.

Ciwan Mihemed, xortekî ji taxa Qidûr Begê ji bajarê Qamişlo ye, û di dawiya sala 2013an de çûye welatê Siwêdê, û li wê derê piştî ku ziman xwendiye, û demekê wekî şofêrê pasê kar kiriye, ana bûye pîlotê balefirên taybet li welatê Siwêdê.

Ciwan Mihemed ji tora Medyayî ya Rûdaw re got, ku ew aniha xwendina xwe berdewam dike, ta ku bibe pîlotê balfirên sivîl yên mezin li ser hêlên navdewletî.

Ciwan Mihemed di derbarê xewna xwe de wiha got “Eger rojek ez bibim pîlotekî navdewletî dixazim di nav welatê xwe Kurdistan û welatên min duyemîn Swêdê de bajom. Kurdistan di dilê me hemûyan de ye, em dixwazin tiştek ji Kurdistanê re bikin berî ku em ji vê jiyanê herin.”

Kurdistan Haberleri

Kürt-Kav li Dêrsimê konferansekê li dar dixe
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir