Pfizer û BioNTech derziya Korona li ser zarokên ji 12 salî biçûktir jî diceribînin  

.

Kompaniya Amerîkî Pfizer û şîrikê wê ya Alman BioNTech, plan dikin di 2022an de, derziya vîrusa Korona li ser zarokên ji 12 salî biçûktir jî biceribînin.

Li gor Berdevkê Pfizerê Sharon Castillo da zanîn, wan roja Çarşemê dest bi ceribandinan kirine

Karbidestên Amerîkî di meha Berfanbarê de biryar dabûn, derziya Korona Pfizer û BionTechê, bo kesên ji 16 salî mezintir bi ka bînîn.

Moderna jî hefteya borî eşkere kir, wan dest bi ceribandinên li ser zarokan kirine.

Pfizerê destnîşan kir, dê 144 zarok beşdarî du testan bibin û bo wan dê derziyên dozên wan 10, 20, û 30 mîkrogram werin karanîn.

Çaverê ye, di qonaxên pêş de 4500 beşdarî testan bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Pfizer, bêyî BioNTechê berê li ser zarokên di navbera 12 û 15 salî de derzî ceribandibû.

Herwiha Berdevkê Pfizerê Sharon Castillo got, ew ê encamên wan testan di hefteya pêş de diyar bibin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin