Pfizer: Derzî 95%î ji nexweşiyê diparêze û li nêzîk ji FDA destûra bikaranînê distîne

.

Kompaniyên dermanan Pfizerê li ser rewşa dawî ya ceribandinên derziya koronayê ya Pfizer/BioNTechê ragihand ku ji sedî 95 zêdetir ji nexweşiyê diparêze û di demeke nêzîk de jî destûra bikaranînê distîne.

Pfizerê li ser qonaxa sêyem a ceribandinên derziya ku bipêş xistine de da xuyakirin ku li gorî encamên qonaxa dawî ya ceribandinên derziyê li ser mirovan, derziya ku wan ligel BioNTech bipêş xistiye ji sedî 95 zêdetir ji nexweşiyê diparêze.

Kompaniyê herwiha ragihand ku di nav çend rojên bê de, Saziya Derman û Xurekan a Amerîkayê (FDA) bikaranîna bilez a derziyê pesend bike.

Li gorî daxuyaniya Pfizerê derziya ku wan bipêş xistiye li ser kesên temenê wan bi ser 65 saliyê de jî ji sedî 94 bi ser ketiye û ji bilî bandora westanê heta niha derziya wan ti bandoreke cidî li ser mirovan nekiriye.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe