“Pfizer-BioNTech mirovan ji Corona Deltayê jî diparêze”

.

 Birêveberê Giştî ê Kompaniya BioNTecha Almanî Prof. Dr. Ugur Şahîn dibêje ku derziya wan, mirovan ji Corona Delta jî diparêze û pêwîst nake ew guhertinan têde bikin. Kompaniya BioNTech ku li gel Pfizera Amerîkî derziya li dijî korona berhem aniye dibêje, lixwexistina dozeke sêyemîn, parastineke di asta herî jor de dabîn dike.

Prof. Dr. Şahîn ji rojnamevanan re axivî û dibêje “Eger heye di nav 6 heta 12 mehan de hinek şêwazên din ên vîrusê derkevin û wê demê pêwîstiya me bi guhertina pêkhateya derziyê çêbibe, lê niha ne lazim e.”

Kompaniya BioNTechê daxuyaniya li ser doza sêyemîn, di malpera xwe de jî belav kiriye û gotiye ewê encamên lêkolînên li ser doza sêyemîn di çend heftiyên li pêş de bigihînin ber destê Ajansên Dermanan ên Amerîka û Ewropayê.

Bi heman rengî BioNTech dibêje ewê derziyeke ku li gorî Corona Deltayê hatiye nûjenkirin jî vê mehê li ser mirovan test bikin.

Bikaranîna doza sêyemîn li Bahreyn û Tirkiyê destpê kiriye û di nava planên Brîtanya, Almanya û Fransa de jî heye.

Kompanî dide zanîn ku ewê heta dawiya îsal 3 milyar doz derzî berhem bînin û di sala 2022an de salane bigihînin 4 milyar dozan.

Di nîv çarîka duyemîn ya îsal de BîoNTechê 2 milyar û 29 milyon Euro qezenca safî kiriye.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin