Peyama Serok Mesûd Barzanî ya ji bo Newroz û serê sala nû ya Kurdî

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir

Navenda Nûçeyan - Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir, ev jî, deqa wî peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Newroz û serê sala 2720 ê Kurdî pîrozbahîyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistanîyên xweşdivîyên li hûndir û derveyê welat dikim û hêvîya aştî û aramîyê ji bo hemû alîyek dixwazim.

Mixabin niha navçeya me û hemû cîhan li gel gefeke şewb û petayeke cîhanî ve rûbirûye û bi vê sedemê jî gelek welatên cîhanê li rewşeke xerab ya tendirustî û aborî hatîye holê. Ji bo gelê Kurdistanê jî ev şewb bûye gefeke mezin û derbasbûna wê îradeyekî hevbeş û pabendbûn û xweparêzîya giştî pêwîste. Li vir da bi pêwîst dizanim daxwazê ji hemû alîyek bikim ku wekî erkekî niştimanî bi hûrî pabendî rênimayîyên tendirustî û rêkarên Hikûmeta Herêmê û alîyên peywendîdar bibin. Hindî em hemû pabendî rênimayîyan bibîn û xwe biparêzîn ewqas jî gefa wê şewba metirsîdar li ser welatîyên Kurdistanê kêmtir dibe.

Cihê xwe ye destxweşîyê li destpêşxerî û biryar û hengavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim ku her li serê destpêka vê şewbê heta niha, bûne sedema wê yekê ku rêjeya belavbûna şewbê li astekî gelek kêm da bimîne û bi beramber li gel welatên dewruber, Herêma Kurdistanê parastîtir bimîne. Spasî ked û xebata şev û rojîya Tîmên Pizîşkî, Asayîş, Polîs, Pêşmerge û hemû alîyên peywendîdar dikim ku li vê roja dijwar da berpirsîyarîya dîrokî û hestîyar li ser milê wane û erkekî mînakî û nimûneyî bi cîh kirine.

Ji wê yekê piştrastim ku pişt bi xwedê û bi hevkarîya di navbera xelk û Hikûmet û pabendbûna hemû alîyek vê astengîyê jî bi selametî derbas dikîn.

Newroza we pîroz û hêvîya xweşî û şadî û tendirustîyê ji bo xelkê xweşdivîyê Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî
20.03.2020

 

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn