Peyama malbata şehîd Simko bi hilkefta 10`ê Xakelêwe

.

Malbata şehîd Simkoyê Şikak bi hilkefta 10`ê Xakelêwe salvegera Şehîdên Kurdistanê peyamek bo PDKÎ şandine.

Peyam wiha ye:

Li 74`emîn salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed, Sedirê Qazî û Seyfê Qazî de, em wekî malbata şehîd Simko, xwe erkdar dizanin ku kirameta xwîna şehîdên Kurd û Kurdistanê bi nirxa canê xwe biparêzin û rêbaza wan bidomînin û derfetê nedine ti alî an kesekê bona derblêdan bi wê rêbaz, hizir û kirameta şehîdan.

Rêberên ku canê xwe bona parastina welat û gel kirine qurbanî, îro bûne sembola berxwedan û ronahiya doza azadiya welat, lewma hewce ye her kurdekî  xwedî kiramet û xwedî şeref, bi hemû şiyan û hêza xwe ve, wan nirxên gel biparêze û bersiva her neyar û xayînekê bi wê rêbazê bide.

Em wekî malbata şehîd Simko ku bi 100an sal e canê xwe fîdayê gel dikin û bi 10an navdarên malbata xwe û heta jin û zarokên malbatê jî kirine qurbaniyê rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê, heya îro jî em di çepera wan de mane û domderên wê rêbaza berheqin. Malbata Simko peymanê digel xwîna wan rêberên şehîd û şehîdên Kurdistanê nû dike ku rêbaza wan bernede.

Silav li ser rihê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî

Silav li hemû xebatkar û qehermanên Kurd û Kurdistanê li çeperên xebat û berxwedaniyê

Malbata şehîd Simko

29`ê Adara sala 2721 a Kurdî

Çavkanî: Kurdistanmedia

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye