Peyama dilxweşî û nirxandinên ku welatperwerekî Kurd li ser derketina "seta Êzdîyatî oleke qedîm“ e kirî

Kemal Tolan

Peyama dilxweşî û nirxandinên ku welatperwerekî Kurd li ser derketina „seta Êzdîyatî oleke  qedîm“e kirî .

"Çaxê te bixêr birayê Kemal Tolan!

Pirtûkên te „seta Êzdîyatî olekle  qedîm“e gihîştine ber destên min û ez gelekî kêfxweş bûm. Xwedê û Tawisî Melek alîkariya saxî û pênûsa te bin.

Ya rast gava min pirtûkên di nava „seta Êzdîyatî olekle  qedîm“ de vekirin, ez jî alîkî ve zahf xemgîn bûm û li alîkî ve gelek kêfa min hat.  Tê bêjî , gelo çima ti xemgîn bû yî?

-Bi rastî piraniya dewlemendiya ol û netewa me, hinda bûye çûye ketiye binê erdê . Her wisa gelek tiştên ku însanên dilşewat li ser civaka me gotine û nivîsandine jî hinda bûne. Weke ez dibînim, eger piçikek be jî, te hinek ji wan hindabuyîna û fermên hatî serê me ji binê erdê derxistine. Xwedê ji wan camêrên ku, dilê xwe ji te ra vekirine, serpêkhatî û bîranînên xwe ji te ra gotine, gelekî razî be! Qaweta te jî her xweş be, ku te evqas nûra çavan rijandiye û ev pirtûk berhevkirine.

Belkî di vî wextî de , qedir û qîmetê van pirtûkan kêm be. Lê bi rastî , ez di wê baweriyê de me , dema ku hinek nevî anjî nevîçirkên me naveroka wan di ber çavan ra derbas bikin, înşallah ev ê ji wan re ji bo nasîna dîrok û rewşa civaka Êzdî û gelê Kurd bivine ronayîyek. Lewma ez jî bi van pirtûkan gelekî kêfxweş bûm.

Bi rastî min hîna gelek ji naveroka pirtûkan ne xwandiye, lê tiştê ez dibînim,  qalîta çapa pirtûkan gelekî delal e  û naveroka pirtûkan jî bi kurmancîyeke hesan hatiye dagirtin. Kî çi gotiye û çima hatiye nivîsandin, zahf zelal têye fahmkirin. Te ti mafê camêran ne xwariye û hêvîdarim ku ti kes jî mafê te nexo. Bi dîtina min, ev pirtûk hêjane ku, meriv wan di kûpikê zêr de veşêre û baş bawer dikim ku, rojekê were wê nirxên wan gelekî bilind be.

Ez ê gelekî dilxweş bim, ku tû bikaribî van nêrînên min li ser malper anjî di çapemeniyekê de raberî raya giştî bikî.

Ez jiyaneke arem ji te, zarok û malbata te ra dixwazim .

Selîmê Mecîdê Mamed, 05.04.2021 "