Pêşnîyazek jibo Kongreya PWK!

Siddik Bozarslan

Siddiq Bozarslan

Genocide û Linguistic Genocide li ser kurdan û kurdî çêbûne!

Min di çend nivîsarên dî da behsa pratika Politika Dewleta Turkîyeyê kiribû ku li ser neteweyê kurd û zimanê kurdî pêkanîye. Di vê nivîsarê da zêdetir di çarçoveya felsefeya hezkirinê / evînê da piçek li ser rewşa zimanê kurdî rawestim û wek pêşnîyaz çend nuxteyan pêşkêşî Kongreya Duyemîn ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û nûnerên wan bikim, bi hêvîya ku fêdeyê bigihînim wan ezîzan, wan xoşevîstan. Hêvîdar im ev kongre, çareserîya zimanê kurdî ji partîyê ra bike xala sereke û di wê çarçoveyê da têkeve nava hewildanan.

Li vir bi çend tevokan / cumleyan be jî divê em behsa Destûra Tirkîyeyê ya 1924an bikin. Di wê destûrê da hatîye nivîsîn ku ´hemî hevwelatîyên tirk, tirk in û zimanê tirkî jî zimanê resmî ye û ji bil wî zimanî bi çu zimanên dî perwerde nayê kirin.´ Li ser bingehên wê felsefeyê (yek welat, yek milet, yek ziman, yek ala, heta yek dîn û yek mezheb) ji Erzinganê (Erzincan) heta Amedê (Dîyarbekir) li hemî navendên bajarên me axiftina bi kurdî hatibû qedexekirin; yên kurdî axifîn, mecbûr man ku jibo her gotinek cezayê diravî (pere) bidin. Ev politika gemarî ya hovîtîyê giha radeyeke hew qas bilind ku gundîyên ku xwestin zira kerên xwe rawestînin û ji neçarîyê bi kerên xwe ra bi kurdî axifîn jî, cezayên pere dan qolçîyên dewletê. Gelek zelal e ku ev politika dewletê ku li ser zimanê me pêkhat; politika Linguistic Genocide bû ku sed sal e ev tê domandin. Loma bi kurtî be jî divê em li vir piçek behsa genocideyê jî bikin.

Maneya Komkujîyê (Genocide) di 1943an da ji alîyê huquqnasê polonî Raphael Lemkin ve hatîye karanîn. Di zimanê yunanî da genos, tê maneya ”nejad”, ”kok” û bi latinî di maneya kuştinê da cide ku ji koka cidium hatîye, di fransi da ew her du gotin bi hev hatine girêdan û hatiye bikaranîn. Lemkin gotîye ku; ”ji ber ku genocide, gelek caran hatîye bikaranîn…, min jî wê gotinê xebitandîye.” Ev tespît, di çarçoveyeka teng da hatîye sînorkirin ku ev kêmasîyek e.

Di çarçoveyeka pilankirî da hewildaneka li dijê civatek ku ji yên dî cuda ye ku ev cudayetî jibo nejadek, dînek, bawerîyeka sîyasî an civatî, ji xwe ra dike hedef ku wê ji navê rake / têkbibe / tune bike. Jibo vê mijarê di navbera akademisyenan ango pisporan da fikrên cuda hebin jî di 1948an da ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî jibo Cezakirin û Astengkirina Sucên Genocide (SSECS), maneya wê ya huqûqî hatîye çêkirin û ew çarçove ketîye nav wesîqeyên NY. Li gora maddeya 2.yemîn ya Lihevhatinê jibo Genocide, weha hatîye nivîsîn:

”Hewildanên ku têkbirina / ji holêrakirina grubeke nejadî û dînî, neteweyî, etnikî dike hedef. Kuştina endamên wê grubê, xisardayîneka ciddî jibo bedenî yan jî zîhnî yên endamên grubê, xirabkirinên fizikî jibo mercên jîyanê ya wê civatê (grubê) bi tevayî an qismî ku bi qestî were xirabkirin, karanîna metodên nezayînê di nav grubê da, bi zorê girtin û dûrxistin / veguhastina zarûkan ji grubek bo grubeka dî” hatîye naskirin.

Li gora felsefeya hezkirin ango evîna jibo zimanêdayîkê, çend numûne jibo rizgarkirina zimanên bindest, ez wan wek tekrar (dubarekirin) radixim pêşîya we xoşevîstan:

Civata Berberîyan ku li Cezayir, Fas û Tunusê dijîyan; têkoşîna wan bi zimanêdayîkê despêkir û bi ser ket û ew bi wî awayî ji helandinê filitîn. Gelek zelal e ku eger berberîyan, hedefeke weha nedana pêşîya xwe û li gora mercên jîyana xwe neketana nav hewildanên têkoşînê, ew nikaribûn an pir zehmet bûn ku bi serkevin.

Civata Brethonîyan jî ku li Fransayê dijîyan û xwedîyê 350.000 nufûs bûn; di çarçoveya perwerdeyê da jibo zimanê xwe ketin nav hewildanên têkoşînê û bi serketin. Mirov dişê bêje ku eger wan mafê zimanê xwe bi dest nexistina, ji mêj ve dê hebûna wan winda bibûna. Di 1632an da dema Brethoniya (Bretagne) bi awayeke resmî / fermî bi Fransayê ra hat girêdan û bû parçeyeka wan; pêvajoya Brethonîyan ya kedîkirinê jibo kultûr û zimên bi awayeke lezgîn dihat domandin.

Ev politika Fransayê jibo kedîkirina zimanên herêmî û guhertina têkilîyên civata brethonîyan bi tevayî bû hedefa helandinê û di encamên wê politikayê da di orta sedsala 20an da nufûsa bretoniyan gelek kêm bû ku zimanê xwe diaxifîn. Carna windabûna zimanek dikare derdora çend sedsal dirêj bidome. Ev pêvajo jibo zimanê brethonî jî weha bûye. Heta demên dawîyê yê nêzîk rewşa zimanê brethonî welê lê hatîye. Zimanê Brethonî bi giranî li ser erdên Brethonîya Jêrîn (Finister, Cote  d´Armor, Morbihan û Loire-Atlantique) hatîye xebitandin û hema bêje heta dawîya sedsala 19.an sînorê axiftina zimanê wan neguherîye. Ji sedsalên 12-13yan virve zimanê fransizî di navendên bajaran da her ku diçe dibe zimanê serdest û cîyê xebitandina zimanê brethonî her ku diçe qels dikeve û tê merhaleyek ku brethonî tenê li cîyên biçûk wek gund hatîye xebitandin û jîyana xwe domandîye.

Gelê Bengalê jî di 21ê sibatê 1952yan da li dijî Pakistanê  ketin nav hewildanên ”Bizavên Zimanê Bengalî”; li serbajarê Bangladeşê li Dakkayê nerazîbûn  (protesto)  rûdan û gelek xwendekarên zaningehan hatin kuştin ku ew endamên Bizava Zimanê Bengalî bûn. Divê were xuyakirin ku wan cuwanan dixwestin ku Zimanê Bengalî bi alfabeya bengalî wek resmî were qebûlkirin; ne ku bi alfabeya Zimanê Urdu were pejirandin û qebûlkirin. Loma UNESCO, di 17.11.1999an da jibo 21ê sibatê ´Roja Bizava (hereketa) Zimanêdayîkê´ îlan kirîye û di 2000an da biryar sitand ku ev roj di çarçoveya cîhanê da were pîrozkirin ku di nav rûpelên dîrokê da ´21ê sibatê, Bizava Zimanê Bengalî jibo Zimanêdayîkê yê Navberneteweyî´ cîyê xwe yê rûmetê girtîye.

Li gora xebatên UNESCOyê yên ”Atlasa Cîhanê jibo Zimanên ku di Bin Xeterê da ne;”; di nava 6000î zêdetir zimanan da 2500ê wan di nav xetera windabûnê da ne. Eger tedbîrên pêwist neyên sitandin, di sedsala XXI.an da %90ê zimanên ku pê tên peyivandin, dê winda bibin. Li gora van raporan, di nava 100 salî da eger zarûkek ku wî zimanî dipeyive, nemîne; ew ziman êdî li ber xeterê ye. Wek numûne li Turkîyê zimanên Yunanîya Kabadokyayî û Ubihça, winda bûne; Kurmancî, Zazakî, Adiğece û Abazaca jî li ber xetera windabûnê ne.

“Serdest û bindest nabin yek dest!”

Antonio Gramsci, zivirandina maneya rêvebirinê bi me dide zanîn ku em wê fam bikin. Ew dibêje ku rêvebirin, tenê bi haletên zorbirîyê nayên domandin. Di heman demê da dîtina cîhanî ya serdestan jibo rêvebirinê ku ji alîyê bindestan ve wek xwezayî were qebûlkirin, ew bi awayeke bêalternatif û maqûl tê domandin. Kedîkirina (asimilasyona) ku di serdemek da bi zorbirîyê ketibû jîyana bindestan, li ser navê ” “demokratik entegrasyon”, “ortak yaşam” an jî “demokratik toplum”, “kominal toplum”, wek ji dilxwazîyê metodeke nazik ya kolonyalistan tê meşandin. Bi vî awayî dewleta serdest, dike amac ku neteweyê bindest ji hedefên xwe yên neteweyî dûr bikeve, di nava çerxa sistema kolonyalist da bimîne û bihele. Di vî derbari da numûneya herî balkêş jıbo Sıstema Ankarayê ye ku ew sistema serdestîya kolonyalizmê ye ku yek milet, yek dewlet, yek ziman, yek ala û heta yek dîn û mezheb kirîye hedef ku ev sed sal zêdetir e berdewam kirîye. Loma dema li ser navên rêxistin û partî gotinên demokratik werin bikaranîn; divê mirov bi awayeke zelal fam bike ku ew  demokratik tenê jibo sistema wan a teda û zulmê ye û di wê sistemê da cî jibo bindestan tune ye. Divê em qebûl bikin ku ew canbazî, tenê jibo xapandin û xwe qebûlkirina zordestîyê ye ku ji xwe ra kirine hedef ku ew teda û zulum ji alîyê bindestan ve neyê famkirin.

Lewra Xoşevîstê Berêz Îbrahîm Gurbuz, di du makaleyên xwe da cî daye peyveka pêşîyan ku dayîkeka kurd bi navê Şahîze Xanim ew xebitandîye ku wek naverok gelek manîdar e. Ew peyva ku Serekê Vakfa Îsmail Beşikçi Îbrahim Gurbuzê xoşevîst cî daye pê, ev e: “Serdest û bindest nabin yek dest!” Ev hevok, peyveka pêşîyan e ku dayîka kurd Şahîze Xanim, wê bikar anîye û xwestîye ku bersiva hin canbazên sîyasetê bide ku xapandina kurdan ji xwe ra kirine hedef. Bi taybetî jî ev salek zêdetir e ku bi rîya Dewlet Bahçeli û Abdullah Ocalan, di rojeva Turkîyê da cî girtîye û çend roj berê ew bi qanunyasayek ve hat pejirandin ku wek naverok ji civata kurd ra tu mafek nehatîye qebûlkirin û dayîn ku miletê kurd sed sal zêdetir re di bin  zencîrên koledarîya Ankarê da wek koleyên bênav dijîn û ji hemî mafên xwe yên demokratik û neteweyî pêbar maye. Bi karanîna vê peyva pêşîyan ji alîyê Şahize Xan û Îbrahim Gurbuz ên xoşevîst ve; wan di heman demê da mesaj dane raya giştî ya kurd û tirk û hemî cîhanê ku bi emelên xwe wan gotina gorbihiştê La Fontaine jî anîne şûnê ku wî weha gotîye: ”Yê ku di wextê pêwist da hewildanê nizanibe, tu fêdeya axiftinê tune!”

Çarçoveya xulamîya Öcalan bo Sistema Ankarayê, ez dikarim navên du kesayetên bîyanî yên birûmet bi bîrbînim ku ew xizmeta ilmê mirovayîyê dikin. Prof. Dr. Yona Alexander jibo kurdan gotibû; ”Neteweyê ku bo patronên dî şer dike!” û Jill Hamburg jî jibo kurdan; ”Eskerên her kesî!” gotibûn, tespîtên gelek balkêş in û jibo tevayîya kurdan jî heqareteka herî mezin e, lê jibo hin kurdan rastîyeke gelek tahl e jî. Divê mirov bêje ku ew du hevokên van aliman, jibo çarçoveyeka giştî hatîye raxistin ku di wê da kêmasîyeke mezin heye.

Berî her tiştî divê partîya me PWK insiyatif bigire ser xwe û pêşewatîyê bike ku çareserîyê ji vê şola zimanê me yê ku li ber sekeratê ye, bigere, rîyan bibîne. Em hemî dizanin ku dahatuya zimanê me jî girêdayê statuya civata kurdî ye ku li benda çareserîyê ye. Lê di şertên îroyîn da civata me  hew qas ji kirasê xwe yê kurdînîyê dûr ketine ku adeta bi milyonan kurd ji mirovanîyê dûr ketine û di nava çerxa Kemalist û Îslamist da xizmetên koledarîyê jibo serdestên xwe tînin şûnê. Bi gotina F. Fanon, divê em pêşî wan bikin mirov (însan). Divê em wek partî li pêşîya şîar û sloganên ku nikarin zikê me yê birçî têr bikin, negerin û rewşên istisnayê teşwîq nekin ku ew nikarin ji zikê birçî ra kerîyek nan an bi gotineka dî xurekêk bibînin. Bi awayek kurd jî bûne lanetlêhatîyên li cîhanê. Eger heta îro di navenda Amedê da hevkarîyeke mayînde nehatîye avakirin; ev rastîya tahl bi me dide nîşandan ku bêdudilî divê PWK di derbarê çareserîya zimên da insiyatif bigire ser xwe.

Xaleke dî jî mesajên sersaxîyê bo wefata M. Emîn Bozarslan in. Me dît ku bi munasebeta  wefata M. Emîn Bozarslan, kurdên ku li seranserê cîhanê dijîn, bi rîya mesajên xwe yên xemgînî û sersaxîyê hestên xwe yên kurdevînîyê nîşan dan. Divê em ji bîrnekin ku potansîyela wan kurdên ku mesajên xwe dîyar kirine, bi milyonan in û ev potansîyel di şexsîyeta ked û xebatên mamoste M. Emîn Bozarslan da xwedîtîyê li dîrok, edebîyat û zimanê kurdî kirine ku ew bûne malê Kitêbxaneya  Kurdî û mamoste jî kirîye nemir. Loma divê em ji bîr nekin ku di nava civata me da riheke / damareke xurt a kurdevînî û welatevînî heye ku nûha di qada sîyasetê da ew bêdeng maye. Lê ev bêdengî, bi rîya xwedîlêderketina zimanê dayîkê, dikare bibe heqîqeteke rasteqîn ku muhra xwe li dahatuya civatê bixe. Loma di çarçoveya zimanê kurdî da divê PWK, misyona xwe ya dîrokî bîne şûnê û ji çareserîya vê şolê ra pêşevatîyê bike ku ez wê tekrar dikim.

PWK divê wek xaleke sereke, çareserîya zimanê me bidin pêşîya hedefa xwe da ku bikaribe  bibe dermanê helîyê. Lewra divê hemî rêvebir û qadirên partîyê di kongreyê da bi hûrgilî li ser vê rewşê rawestin, rismên civata me ya wek mîsal Amedê. Mêrdînê, Sêrtê, Bidlîsê. Wanê Çewlikê û wd. baş bikêşînin; serê xwe li ser biêşînin û hedefeke sînorkirî jibo pêşerojê, salnameyek çêkin û bikevin nav hewildanan.. Heta eger pêwistî pê hebe, kongre dikare navê xwe jî biguherîne, wek mîsal bike Partîya Azadîya Kurdî (PAK, yanî Partîya Azadîya Zimanê Kurdî), yan jî Partîya Statuya Kurdî. Li vir pêşnîyazek hat bîra min û ez wê pêşkêşî we hêjayan dikim. Ez di wê bawerîyê da me ku hun rêvebir û qadirên partîyê ku li herêmê ne, ji min baştir rewşa xwe û partîyê dizanin û tiştên pêwist dê bicî bikin. Bi hêvîya çareserkirinê ez ji we ra bi dilgermî serketinê dixwazim.

Di konreyê da xaleka dî jî giring e ku divê çare were dîtin. Bi çi awayî beşdarbûna ciwanan (xort û keç) û jinan dê bikaribe bibe rastîyek. Gelo ew salmezinên ku nûha di rêvebirina Meclisa Partîyê da ne û li derdora wan xort jî hene; lê di pirazêya van du salan da ew xort nexwestine werin nava vê partîyê. Divê li ser vê rewşê were rawestandin. Ez difikirim ku qet nebe ji van salmezinan hinik jê bi dilxwazî cîyê xwe bidin wan ciwanan ku bikaribin di Meclisa Partîyê da cî bigrin. Salmezinên me dikarin li ser vê pêşnîyaza min bifikirin, dibe ku rîyek jibo çareserîyê bibe alîkar. Di kongreyê da divê rewşa jinan, cuwanan û abûrî bi hurgilî were geneşekirin û çareserî ji wan ra were dîtin.

27.08.2026 / Swed