Pêşniyar qanûna jenosîd nasîna Enfalê bo Parlamena Almanyayê hat pêşkeşkirin

.

 Li Almanyayê pêşniyarqanûna jenosîd nasandina Enfalê ji aliyê Partî Çep a Almanî ve bo parlamena federalî hat pêşkeşkirin.

Koma Partiya Çep a Alman ji bo komkujiya Enfalê ya rejîma Beasê ya Iraqê ku bi ser kurdan de pêk anîbû û bêhtirî 182 hezar kurd hatibûn komkujkirin, neyê jibîrkirin pêşniyar qanûna jenosîd nasîna Enfalê pêşkeşî parlamena federalî ya Alman kir.

Di pêşniyar qanûna ku bi pêşengtîya parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer hatiye pêşkeşkirin de, tê xwestin ku hikûmeta Alman wekî jenosîd pênaseyê li Enfalê bike û kompaniyên Alman ên ji bo ranta çekan di komkujiya Enfalê de berpirsiyariya wan heye were ronîkirin û dereng be jî edalet were cîbicîkirin.

Di pêşniyar qanûnê de herwiha daxwaz tê kirin ku qurbaniyên Enfalê werin qerebûkirin.

Heta niha welatên Swêd, Norwêc, Koreya Başûr û Brîtanyayê pênase li komkujiya Enfalê ya ser Kurdan kirine.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye