Pêşmergeyên Zêrevanê çûn Silêmanî

Ji ber xwepêşandanê li Silêmanî qewimîn, Pêşmergeyên Zêrevanê bo Silêmanî hatin şandin. Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebce yê Edhem Barzanî got "Tundûtûjî navûdengiya Silêmaniyê û sînorê wê hilnaweşîne."

Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebçe yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî li ser şandina Pêşmergeyên Zêrevanê bo Silêmanî di civîna çapemeniyê de got: "Hêza Zêrevanî ya ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye Silêmaniyê, ji bo alîkariya hêza hikûmî ya li Silêmaniyê bike û ewlehiya wê parêzgehê biparêze û ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan hatiye."

 
Edhem Barzanî wisa axivî:  "Hêza ku hatiye wê parêzgehê, ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan e, lê ji bo ewlehî û aramiyê xelkê hatiye û li hemberî her hêzekê radiweste ku bixwaze ewlehî û aramiya Silêmaniyê têk bide. Her aliyek biryara derketina ji hikûmetê bide, mafê xwe ye, lê bi merca ne li ser hisabê xelkê û berjewendiyên xelkê be. Her guleya ku ji aliyê xwepêşandaran ve were berdan nîşan dide ku destekî biyanî di nav de ye."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin