Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê bîranên xwe di pirtûkeke de nivîsand û belav kir

.

Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hacî Mîrxan Dolemerî, bîranên xwe di pirtûkeke navê wê "Lêgerîna Dadperweriyê" de nivîsand û belav kir. Dolemerî di pirtûkê de hemû jiyana xwe ya pêşmergetî û awarebûna xwe nivîsandiye û dibêje: “Temenê min gihişte 80 salî, lê hê jî ev welatên ku Kurd di nav wan de hatine dabeşkirin, min dadperwerî nedîtiye.”

Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê Hacî Mîrxan Dolemerî, serpêhatiyên xwe, gerîna dadperweriyê ya zêdetirî nîv sedsalekê, pêşmergetî û awarebûn û derbederbûna xwe, di nav pirtûkekê de kom kirine û navê wê daniye "Lêgerîna Dadperweriyê".

Dema Hacî Mîrxan Dolemerî piştî Komara Kurdistanê bi topbarana hêzên Şahê Îranê birîndar bûye, temenê wî hêj 9 salî bûye. Pişt re dema bûye pêşmerge, çendîn car di nav şer de mirin hatiye ber deriyê ruhê wî. Dolemerî behsa wan rojên ku ji çiya û ax û çemên Kurdistanê dûr bûye û di penaberiyê de jiyaye, dike.

Hacî Mîrxan Dolemerî di wan rojên dijwar ên awareyî de, kariye 14 zarokên xwe, li ser hestê niştimanperwerî perwerde bike û pêşeroja wan ronak bike.

Çavkanî: K24

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir