Pêşmergeyê 72 salî bi 4 zarokên xwe li cephayê Mûsilê ye

"Bi 4 zarokên xwe Şiwal, Nixdad, Nûman û bi Munir re tevlî operasyona Mûsilê bûn, ne tenê zarokên min gelek birazî, xwarzî û pismam û xizmên min jî li sengerên şer in"

Gelek pêşmergeyên extiyar hene ku tevlî şerê Mûsilê bûne Yek ji wan Pêşmergeyên teqawut ku emrê wî  72 salî ye û bi 4 zarokên xwe re tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bûye Hemze Salih li cepheyê şer ji ajansa Spûtnîkê re axivîye.

Salih di axaftina xwe de gotîye: "Min 40 salî pêşmergetî kir û li gelek cihan tevlî şer bûm. Di dema Seddam Huseyn de jî li serê çiyayê Kurdistanê min pêşmergetî kir. Ez tevlî gelek şerên bêjimar bûm, çendîn caran birîndar jî bûm û ji mirinê filîtîm."

Em ji bo ax û welatê xwe şer dikin

Pêşmergeyê 72 salî Hemze Salih di berdewamiya axaftina xwe de gotîye: "Niha jî ji bo şerê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê bi 4 zarokên xwe Şiwal, Nixdad, Nûman û bi Munir re tevlî operasyona Mûsilê bûn, ne tenê zarokên min gelek birazî, xwarzî û pismam û xizmên min jî li sengerên şer in. Wekî min bi sedan Pêşmergeyên extiyar hene ku tevlî şerê Mûsilê bûne. Em ji bo ax, welat û milletê xwe şerê terorîstên DAIŞê dikin. DAIŞê dijminê însaniyetê ye, divê herkes di şerê li dijî wan de kedekê bide."
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin