Pêşmergeya PAKê li Hewlerê jîyana xwe ji dest da

Zara Xulamî di 7ê meha 11 ya sala 2016ê li Başîkê di encama ketina gulleyeke hawinê ya DAIŞê de bi giranî birîndar bibû.

Pêşmergeyeke keç Zara Xulamî a Rojhilatê Kurdistanê di parastina axa Başûrê Kurdistanê de di roja di 26ê Sibata 2017ê û piştî 3 meh û 19 rojan di komayê de, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê şehîd bû.

Pêşmergeya Partiya Azadiya Kurdistan/Rojhilat (PAK-Rojhilat), Zara Xulamî roja 7ê meha 11 a sala 2016ê li mêhwera Başîkê di encama ketina gulleyeke hawinê ya DAIŞê de bi giranî birîndar bibû.

Pêşmergeya şehîd, Zara Xulamî di nav pêşmergeyên hevçeperên xwe de bi Evîn dihat naskirin. Xulamî 23 salî û xelkê bajarê Seqizê yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bû.

Ew pêşmergeya ji Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka êrişên DAIŞê bo ser axa Başûrê Kurdistanê, li çendîn eniyên şer beşdar bibû û di gelek serkevtinên Hêza Pêşmerge yên ji bo rizgarkirina deverên kurdistanî yên di bin destê DAIŞê de, amade bibû.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê