Pêşmergeya jin pileya leşkerî ya Akademîya Şahîtiya Brîtanyayê wergirt  

.

Pêşmergeya jin Medya Mestî ya 30 salî ya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Akademiya Leşkerî ya Şahîtiya Brîtanyayê Sandhurst ve hat perwerdekirin bawernameya xwe temam kir û pileya leşkerî wergirt.

Medya Mestî berî niha li nexweşxaneyeke taybet a Pêşmerge weke doktor kar kiriye û piştre jî beşdarî kursên perwerde û xuleya akademîk a Sandhurst bû.

Di merasîmekê de, artêşa Brîtanyayê bewernameya temamkirina xuleyê bi serkeftin da Medya Mestî û 18 kesên din jî.

Cara yekemîn e jineke Kurd tevlî perwerdeyeke bi vê asta bilind dibe û artêşa Brîtanyayê vê yekê weke pêngaveke bêwêne bi nav dike.

Medya Mestî li ser ezmûna xwe ya nû dibêje, "Du hefteyên destpêkê zehmet bûn, bi taybetî di nava hewayeke gelekî sar de bûn."

Pêşmergeya jin diyar dike, "Min qet bawer nedikir ku ez ê vê xuleyê biqedînim û bigihim roja îro."

Brîtanya, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, perwerde û hîndekariyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan dike.Amerîkayê ji bo S-400an bang li Tirkiyê kir û bal kişand ser girîngiya demokrasî û mafên mirovan

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin