Pêşmerge venagere Kerkûkê!

Wezareta Pêşmerge got ku ti hêzeke Pêşmerge venegeriya Kerkûkê û got: Her rêketinek ji bo vegera Pêşmerge ji bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, ku ne bi riya wezaretê be, em ê red bikin.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Îmînkî got, ku haya wan ji vegera hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê tune û her rêketinek ku ne bi riya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareta Pêşmerge be, ew ê red bikin.

Hin dezgehên medya Iraqê belav kirine, ku hêzeke Pêşmerge ku ser bi Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ve ye, bi hevrêzî li gel Bexdayê vegeriyaye Kerkûkê.

Ev demeke behsa vegera hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistan tê kirin, ji bo vê mebestê jî Amerîka û Birîtanya bizavên xwe zêde kirine, lê heya niha negihiştine ti rêketinekê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin