Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî civiyan

Civîna berpirsên Wezareta Pêşmerge û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Hewlêrê birêve çû, ku têde “liv û tevgerên DAIŞê” hat guftûgokirin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Pêşmerge, bi serpereştiya Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî li gel nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî civînek hat birêvebirin.

 

Di civînê de behsa bûyerên rojên derbasbûyî yên li herêmên cuda cuda yên Iraqê hat kirin, ku “çekdarên DAIŞê dest bi liv û tevgerên çekdarî kiriye.”

 

 Li gor daxuyaniyê behsa wê yekê jî hat kirin, ku “Di encama kirinên terorîstî de bi dehan sivîl hatine kuştin û birîndar bûne, ev jî bo xelkê û proseya dubare avadankirina herêmên wêrankirî yên Iraqê, bûye sedema dirustbûna neseqamgirî û kêşeyê.”

 

Wezareta Pêşmerge dibêje, “Behsa pirsa hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bo sînordarkirina liv û tevgerên DAIŞê û dirustkirina rewşeke baş bo koçberan hat kirin, ku vegerin herêmên xwe.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin