Pêşmerge û Artêşa Iraqê odeya operasyona hevpeş ava dikin

Hat ragihandin ku Hewlêr û Bexda, di rojên bê de Odeya Operasyona Hevbeş ji bo navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ava dikin.

Li Hewlêra peytaxta Herêma Kurdistanê, şandeyên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li ser herêmên Kurdistanî yê derveyî rêvebiriya Herêma Kurdistanê û nakokiyên li serê civiyan.

Di civînê de biryar hat dayîn ku di rojên pêş de 'Odeya Operasyona Hevbeş ji bo navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê' bê avakirin.

Serfermandarê Artêşa Iraqê Osman Xanimî wisa axivî: “Hêzên Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniyê ya Iraqê ye û hemahengiya temam di navbera me de heye. Di demên bê de ev komîte dicivin ji bo hemû xaka Iraqê biparêzin. Me riyeke dirêj biriye û kêm maye, di demên bê de Odeya Operasyona Hevbeş emê pêk bînin.”

 

Emîndarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî got: “Wezareta Bervaniyê ya Iraqê bixwe hatine pêş ku em beşdar bin di parastina wan navçeyan ji gefa DAIŞê lê heye.”

Herwiha got: “Aliyê Iraqî amade ye wê mekanîzmaya li ser çend qonaxan bicih bikin. Qonaxa yekem diyarkirina navçeyan e, qonaxa duyem diyarkirina hêzên ji Pêşmerge û artêşa Iraqê yên li wan navçeyan bicih bibin e û navendên hemahengiyê diyar dikin.”  

Li gor zanyariyên berdest, biryar e di çend rojên bê de careke din her du şandên Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li Bexdayê bicivin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin