Pêşmerge serdana Fransayê kir

Şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serdanekê çû Fransayê ye û ligel Serokomarê Fransa François Hollande civiya.

Şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serdanekê çû Fransayê û ligel Serokomarê Fransa François Hollande civiya.

Serokomarê Fransa François Hollande îro li Parîsê li avahiya Koşka Elysseyê mazûbaniya Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir û fermandarên pêşmerge yên ligel wî kir.

Wezîrê Parastina Fransa û çend rayedarên fransî jî tevlî civîna Hollande û şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bûn.

Hat ragihandin ku rayedarên fransî mijara şandina çek û teqêmeniyan bo pêşmerge erênî nirxandine.

Di nava şanda Herêma Kurdistanê de Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî, Fermandarê Eniya Guwer-Mexmûrê Sîrwan Barzanî û çend fermandarên din cih girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin