Pêşmerge pêşî vedigere Kerkûkê

Hate ragihandin di nava vê mehê de Pêşmerge vedigerin navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û destpêkê jî vedigerin Kerkûkê.

Li gor nûçeya K24ê parlemanterê PDKê li Parlemantoya Iraqê Beşar Kîkî ragihand, ew agahdarî hûrgiliyên plana vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî ne û di vê mehê de Pêşmerge vedigerin û destpêkê Pêşmerge vedigerin Kerkûkê û piştre navçeyên din.

Da zanîn jî, Amerîka û aliyên navdewletî rijd in li ser vegera Pêşmerge bo wan navçeyan, ji ber ku ew Pêşmerge wek hêzeke aştiyê dibînin û dizanin ku her cihek di destê Pêşmerge de be, parastî ye.

Ji aliyê xwe ve, parlemanterê berê yê PDKê li Parlemantoya Iraqê Şaxwan Ebdula  aşkere kir, berpirên Amerîkî ligel pêkhateyên Kerkûkê civiyan û di civînê de Amerîkiyan behsa pêwîstiya vegera Pêşmerge bo Kerkûkê û derdora wê kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin