Pêşmerge: Li Pirdê pêşmergeyan êrîşên dagirkeran têk şikandin

Fermandariya Jûra Operasyonên Pêşmerge ya Kurdistanê di salvegera şerê Pirdê de daxuyaniyek belav kir û têde got: “Di bergiriya Pirdê ya tijî qaremanî de pêşmerge êrîşên neyar û dagirkeran têk şikand û armanca wan a qirêj hat binaxkirin.”

Roja 20ê Cotmeha 2018a û 4 roj piştî bûyera 16ê Cotmehê, çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dixwest ber bi Hewlêrê pêşve biçin lê li nahiyeya Pirdê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve rastî pêşmerge bûn û piştî şerekî giran nikarin pêşve biçûna.

 

Fermandariya Jûra Operasyonên Pêşmerge ya Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand, “xiyaneta 16ê Cotmehê” bû sedema pêşveçûna wan hêzan ber bi Hewlêrê û got: “20ê Cotmeha 2017a heyameke mezin bû di xebatên miletê me de û di wê rojê de mêjûyeke tijî bi şanazî hat tomarkirin. Ew serkevtina pêşmerge bo hemû aliyan selimand ku gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye û amade ye heta dilopa dawî ya xwîna xwe bergiriya xak û rûmeta nîştiman bike.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hat derbirîn ku wê “xiyanetê” wiha kir ku neyarên gelê me Herêma Kurdistanê wek pariyekî hêsan bizanibin û xwestin dagir bikin û ji ber vê yekê berê xwe dan Hewlêra paytext lê di berevaniya tijî qaremanî ya li Pirdê de pêşmerge êrîşên neyar û dagirkeran têk şikand û armanca wan a qirêj hat binaxkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin