Pêşmerge: DAIŞ dîsa xwe birêxistin dike

Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku “rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Kerkûk û Mûsilê xwe amade dike ku dîsa dest bi çalakiyên xwe yên terorîstî bike".

Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Helgurd Hikmetî got ku dema mirov rûdanên çend rojên borî yên li Kerkûk û Mûsilê dide ber hev, mirov fêhm dike ku DAIŞ ji nû ve xwe organîze dike.

Herwiha Hîkmetî wiha got: Ev jî nîşan dide ku êriş û çalakiyên terorîstî yên DAIŞê dê zêde bibin.

Beriya niha Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) jî ragihandibû ku DAIŞ li Iraq û Sûriyê dîsa xwe organîze dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin